Polîtîk

Erdogan bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu re civiya

Serokomar Erdogan li navenda partiya xwe bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re hevdîtinek pêkanî.

Di civîna ku li Navenda Giştî ya AKPê hat kirin de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Sağlam û Sekreterê Giştî Şehzade Demîr jî amade bûn.

Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî 1 saetê dewam kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu dema ji Navenda Giştî ya AKP’ê veqetiya bersiva pirsên rojnemevana da li ser pirsa ku, gelo hunê tevlî Tifaqa Cumhur bibin? Yapicioglu got: “Hevdîtinên me dê bidomin. Dema ku ew eşkere bû, dema ku ew biryarek be, em ê parve bikin. Em ê bi dizî bazirganiyê nekin.”

Yapicioglu bi bîr xist ku berê jî bi Erdogan re hevdîtin kiribûn û got, “Me bi serokên partiyên din re jî hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên me dê bidomin. Hûn ê hinekî bi sebir bin. Dema ku pirsgirêk zelal bibin, bi hêvî me ku pirsgirêk bi riya we bi raya giştî re werin parve kirin. Gelek mijar di hevditinê de hatin axavtin. Belê, em axivîn. Hilbijartin jî yek ji van mijaran bû.”

Yapiciogu dema hat gotin, “We got heke teklîf were em dikarin beşdarî îtifaqê bibin.”

“Gelo pêşniyar îro hat?” Zekeriya Yapıcıoğlu wiha got: “Hinek din sebir. Belê, yek ji mijarên ku me li ser axivîn jî hilbijartin bû. Hevdîtinên me dê bidomin. Dema ku ew eşkere bû, dema ku ew biryarek be, em ê parve bikin. “Em ê bi dizî bazirganiyê nekin,” Niha ez naçim nav hûrguliyan. Hevdîtinên me dewam dikin. Ger hûn bişopînin, hûn ê bi zelalî bibînin ku em bi kê re, bi kîjan partiyan re hevdîtina dikin, an jî em ê bi kê re hevdîtinê bikin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser pirseke din jî diyar kir ku di hevdîtinê de hûrgilî nehatine axaftin, dema ku biryarek neyê girtin jî ne rast e ku meriv bikevin van hûrguliyan.

Back to top button