Cîhan

Erdogan bi hirs bû, qet raneza

Duh 15ê Tebaxê yekem salvegera hewldana darbeya leşkeribû. Ev hewldan ji aliyê cemaeta Fethulah Gulenve hatibû kirin. Lê serneketin. Herweha piştî 15ê tebaxa 2016ê li Tirkiye pêvajoyek nû destpêkir. Duh serokkomarê Tirkiye Erdogan li Stanbul û Enqere axavtin kirin. Di axavtinên xwe de Erdogan hinek peyam dan. Di van peyama de da kifşkirin ku; Li dijê 3 rêxistinên terorist şer dikin, FETO,DAÎŞ û PKK.Erdogan di axavtinên xwe de ne rihet bû, dixweyê hêja tirsek heye ku FETO tiştna bike. Ji ber ku kesek wek Erdogan û AKPê Gulen û cemaeta wî nasnake. Li gor vê jî dizanin çi bûye û tirsa çi hêja maye.Ji aliyek din Erdogan da xûyakirin ku, di saleki de di derbarê 160 hezar kesekî de lêpirsîn hatiye kirin û ew ji karên di nava dezgehên dewletê de hatine dûr xistin.5o hezar kes ji wan niha di girtigehan de ne û dadkirina wan berdewame. Nêzikî 10 hezar kes revine derketine derveyê Tirkiye.34 hezar bê tawan hatine dîtin û li karê xwe vegeriyane. Erdogan dibêje: Heta em serê wan neperçikînî em nasekinin.Li gora Erdogan dide xûyakirin , dê hêja rewşa awarte berdewam be.Erdogan di derbarê endametiya Yekitiya Ewropa de gotina dawî dibêje. Didê xûyakirin ku hêdî ew ne hevceyê Yekitiya Ewropane û ewê bi xwe navka xwe jê bikin.Ji aliyek din dixweyê ku Erdogan bi şirîkatiya MHPê berbi xetek din ve diçe. Di vê sala bûrî de rewş li Kurdistana Bakur geleki ne başe. Ji hemûyê girîngtir şerê PKKê û dewletê berdewame û operasyonên berfireh têne lidarxistin. Li gelek deverên Kurdistanê xelk nikare jiyana xwe ya rojane berdewam bike.Heta ev şerê bê wate li Bakur hebê, miletê kurd dê nava êş û nexweşiyê de bê.Tirkiye hatiye li ser du rêyanekî. Taybetî helwesta hukumeta Tirkiye di derbarê referanduma Kurdistana Başûr, dibe eyna siyaseta Hukumeta Tirkiye ya di derbarê Başûrê Kurdistanê de. Yan pêwendiyên heyin wek berê berdewam dibe, yan jî helwesta Tirkiye tê guhertin û berbi pêvajoyek xirab ve diçe.Kurdistana Başûr di pirsa referandumê de bi biryar û istikrar berdewame.Li Bakur pişgiriyek netewî û bi hêz ji bo referandumê heye.Eger di demek nêzik hevdîtinek navbera Erdogan û Barzani de pêkwerê, dê ev rewş baştir bite şirovekirin û helwesta Tirkiye jî di derbarê referandumê de zelaltir bibe.Nûçe-analiz/Rojevakurd

Back to top button