Erdhêja AKPê
Berpirsekê AKPê li gel ajansa Reuters axivî û behsa rewşa AKPê kir. Reuters navê vî berpirsî eşkere nake. Lê ew dibêje ku AKP ketiya di nava pêvajoya belavbûnê de û rêveberiya partiyê nikare vê ji hevçûnê bisekinîne.
Herweha taybetî piştî îstifakirina Ahmet Davutoglu û hevalên wî û hewladanên Ali Babacan a damezirandina partiyek nû, dibe sedem ku gelek kes ji AKPê vediqetin. Li hinek cihan jî veqetandinin girsehî çêdibin.
Li gor heman çavkaniyê, Davutoglu niha naxwze îstifayên girsehî çêbibun, ji ber ku ew dibêjin bisekinin heta me partiya xwe damezirand.
Gelek kesên ku dixwazin îstifa bikin, asta berpirsiyariya AKPê de ne û navên gelek girîng jî di nava wan de hene. Hêdî gelek kesên di nava AKPê de bawer nakin ku, rewşa heyî serast bibe û partî ji hev dikeve.