Polîtîk

Erdem ji bo dengê xwe ji CHP-ê tê avêtin

Partiya Kemal Kiliçdaroglu di CHP-ê de heçî kesê ku di referandumê de rengê dengê xwe wek erê dide kifşkirin ji partiyê tê dûrxistin.Ji berî niha parlementerê CHP-ê yê Enqere û  cîgirê serokê CHP-ê yê kevin Eşref Erdem di derbarê referandumê de dîtina xwe gotibû. Erdem dabû xûyakirin ku, xerîbe ku partiyek wek CHP-ê, xwe sosyal demokrat dibîne dijê guhertinên destûrê derdikeve.

Erdem gotibû ku, kesên zilma 12-ê îlonê dîtin û kesên demokrasiyê diparêzin divê di referandûmê de bêjin erê. Erdem  gotibû ku, ezê dengê xwe bidim û dijê biryara CHP-ê mafê xwe yê mirovatî kar bînim û bêjim erê.

Niha di derbara Erdem de lêpirsîn vekirin ku wî ji partiyê dûr bêxin. Ji berî niha li Bingolê jî serokê şeredariya bejarokêkî yê CHP-ê ji bo ku gotibû dengê min erê ye, ji partiyê hatibû avêtin.

Back to top button