Cîhan

Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî

Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî

Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê Malikî dike jê qebûl neke.

 Li ser rewşa aloza Îraqê wezîrê derve yê Tirkiyeyê peywendî bi wezîra derve ya Amerîkayê re kiriye û jê re gotiye ku eger şerê tayîfî û mezhebî li Îraqê çê bibe, parçebûna Îraqê nîzîk dibe. Dawudoglu di berdewamiya axavtina xwe de ji Kilîntonê re gotiye ku parastina Tariq Haşimî û berdewambûna wî li ser wezîfeya xwe ji bo berdewambûna emin û asayîşa Îraqê şertekî sereke ye û nabe gotinên Malikî bên ferizkirin. Hikûmeta Enqereyê di wê baweriyê deye ku cîyê mehkemekirina Tariq Haşimî pirseke giring e û Enqere dixaze Haşimî li herêma Kurdistanê bê mehkeme kirin.

Herwesa hikûmeta Enqereyê ji Malikî re gotiye ku Tirkiye bi xemgînî ve çavdêriya pêşhatên Îraqê diek. Tirkiye weke dewleteke cîran li benda wê yekê ye ku ew sozên lîsteya Malikî li pêş û piştî hilbijartinan dabûn cîbicî bike, ji ber ku ew ji bo pêşeroja îraqê, bi taybetî piştî vekişîna hêzên amerêkayî ji Îraqê, gelek giring in, Malikî nabe xwe li ser hemû Îraqê feriz bike, divê ew sîstema pirkulturî, netewî û demokrasiya welêt biparêze.

Back to top button