Polîtîk

ENKS:Pêwiste daxûyaniyî bikeve di warê pratîkî de

Rêvebiriya xweser di daxiyaniyekê de ragihand, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dikare nivîsgehên xwe veke û karê xwe bi azadî bike. ENKS jî bi erênî vê daxuyaniyê dinirxîne û dibêje, pêwîst e bikeve warê praktîkê de.

Ji berdewamiya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya ji bo avakirina yekrêziya Kurdî, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, ENKS dikare nivîsgehên xwe veke û dozên li dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê hatine vekirin, hatine rakirin, ev jî wek gavekê bo avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de.

Serokatiya ENKSê vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser erênî dibîne û dibêje, pêwîst e ev daxuyanî bikeve warê braktîkî de û dê bandora wê ya erênî li ser pirsa Kurdî bi giştî hebe,

Di vê derbarê de Endama Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif  ji K24ê re got: “Bi hêvî ne di demeke nêzîk de bi gavên braktîkî ev daxuyanî cibicî bibe û bibe gavek bi aliyê yekrêzbûna navmala Kurdî û gav bikeve xizmeta doz û gelê me, herwiha helwesta Kurdî jî li pêş opozîsyonê, proseya siyasî, li Cenêv û civaka navdewletî xurt bike û dê bandoreke wê ya erênî hebe.”

Li aliyê din Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dide zanîn, çi gavên bên avêtin û bikevin berjewendiyên Kurdan de, pîroz e. Herwiha niha bêhtir ji Herêma Kurdistanê tê xwastin pêşengtiya projeya yekrêziya Kurdî bike û PYD jî ji vê gave re amade ye.

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Giştî yên PYDê Salih Muslim got: “Yekrêziya Kurdî daxwaza hemû Kurdan e, me wek PYDê ji destpêkê hewl da vê yekê bikin, çi li Hewlêrê û çi li Duhokê be me her dem dixwast yekrêzî çê bibe. Ên pêşengtiya vê projeyê bêhtir bikin, rêveberên me ên Başûr in. Çi kesê karibe bi erênî bi vê kedê re alîkar be li her her deverkê, cihê spasiyê ye.”

Back to top button