Li Qamîşlo rêveberiya ENKSê rewrismek bi minasebeta Roja Ala Kurdistanê li darxist.
Endamê rêveberiya ENKSê Silêman Oso ji bo vê rojê pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir, ku Ala binge û sembola berxwedanê ye û bi hezaran kesan jiyana xwe bo vê Alê û bilind ragirtina wê daye.
Herwaha spasiya hêza Pêşmerge kir ku îro jî berevaniyê li Ala Kurdistanê dikin û bilind radigrin.
Di beşeke din ê daxuyaniya xwe bo K24ê de jî Silêman Oso spasiya xelkê Qamişlo kir ku beşdarî merasîmê kirine û roja Alê zindî û bilind ragirtine.
Herwaha ew kiryarên çend rojên borî jî şermezar kir ku li Rojavayê Kurdistanê çend binkeyên partiyên ser bi ENKSê hatibûn şewitandin û bibûn armanca êrîşê.
Dawiyê de jî daxwaz ji hemû partî û aliyên Kurdistanî kir, yekdest û yekgirtî bin ji bo xatirê doza netewî ya kurd.