CivakPolîtîk

ENKSê gava yekê ji bo nivîsandina destûrê avêt

Endamekî ENKSê eşkere kir ku ENKSê amadekariyên danîna desturekî bo Rojavayê Kurdistanê dike û ji bo vê
mebestê jî Siwîsra Work Şopek bi beşdariya pisporên biyanî encam da.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: Li Cenêfê ENKSê ku serokê wê û Sekreterê PDK-S jî tê de amade bûn Work Şopek lidar xistin û pisporên biyanî jî tê de beşdar bûn û tê de gotûbêj derbarê danîna desturekî bo
Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Azizî wiha got: Niha amadekarî jê re tê kirin û hêj dest bi nivîsandina pirojeya destûr nehatiye kirin û ev Work Şop wek destpêkekê ye, mebest jê jî ew e ku di Sûriyaya nû de çawa mafê kurdan parastî be.

 

Back to top button