Li gora nûçeya Rojava News, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike ku roja Îna bê beşdarî xwenîşandanekê li dijî kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê bibin.Li gorî agahiyên ku duh partiyên di nava ENKSê, li bajarê Qamişlo civiyan û di civînê de biryar hat standin ku li dijî siyaseta nefîkirin û girtin û revandina serkird, endam û alîgirên ENKSê , xwenîşandan roja îna bê li pêşya Mizgefta Selman Farsî ya li Taxa Enterîyê ya bajarê Qamişlo bê li darxistin û daxwaza serbest berdana girtiyên kurd di zîndanên PYDê de bikin.Li ser xwenîşandana roja înê ya ENKSê endamekî serkirdeyatiya giştî ya ENKSê, daxwaz ji xelkê dike, ku di wê xwenîşandanê de beşdar bibin û kiryarên PYDê şermezar bikin.Îro 16 roj li ser astengkirna çekdarên PYDê ji derbasbûna cenazeya pêşmergeyekî rojavayê kurdistanê, ku li mihwerê xazrê li Kurdistana Başûr şehîd bûbû û têde bi dehan serkird û Endam û alîgrên Encumena Niştîmanya kurd li Sûriyê hatbûn girtin derbas dibe û hîn çarenvîsa wan girtyan nediyare.Heta niha PYD nehiştiye malbatên girtiyan jî wan bibînin û tu agahî li ser cihên wan jî nehatne zanîn.Tevî ku ENKSê ji bo serbest berdana girtîyên xwe çendîn xwenîşandan li Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê û çendîn welatên Ewrupayê li darxistiye herweha seredana bi dehan ji partiyên Kurdistanî û konsuxaneyên welatên beyanî kirine lê hîn PYDê ku bi zora çekan xwe xistiye desthelat , kiryarên xwe li dijê ENKSê berdewam e.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025