Cîhan

ENKS li gel wezîrê derve yê Rusya dicive

Şandeke Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) û desteya danûstendinan a Opozisyona Sûryê, li gel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dicive.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro ji Kurdistan24ê re ragihand, ku şandeke Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê  li gel Desteya Danûstendinan a Opozisyona Sûryê li Mosko ye û biryar e  li gel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bicive.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Derve ya Rûsî ragihand ku îro wê civîn di navbera herdu aliyan de bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsî, herdu alî wê behsa pêşxistina piroseya siyasî ji bo bidawîkirina kirîza Sûryê û awayê çarekirina wê kirîzê bikin. Herwiha wê behsa pêkanîna Komîteya Danîna Destûra nû ya Sûryê bikin, ku niha şanderê navdewletî ji bo Sûrya Staffan De Mistura kar li ser amadekirina wê dike.

 

Back to top button