ENKS li gel wezîrê derve yê Hollanda civiya
Serokê ENKSê Brahim Biro û berpirsê pêwendiyên derve yê ENKSê Kamiran Haco li gel wezîrê Derve yê Hollanda civîyan.Wezîrê Derve yê Hollanda Bert Koenders li Lahey pêşwaziya heyeta ENKSê kir.Hevdîtin li ser vexwandina Hollanda pêkhat..Di hevdîtinê deberpirsa beşê Rojhilata Navîn di wezaretê de Brighita Tizler jî amade bû.Her du aliyan behsa rewşa Sûriyê, û Rojavayê Kurdistanê kirin.ENKSê behsa kiryarên PYD li dijî ENKS jî kir û bal kişande ser êrîşên PYD li ser siyasetmedarên kurd û girtina wan ji aliyê asayîşa wê partiyê ve.ENKS her wiha daxwaza alîkariya mirovî ji bo Kurdên Rojavayê Kir.Wezîrê derve yê Hollanda di hevdîtinê de diyar kir ku wê pêwendiyên wan bi ENKS re berdewam bin, û eşkere kir ku ENKS tecribeyeke ji xebata demokrsî û ji tundrewiyê dûr e.