Cîhan

ENKS li gel wezareta derve ya Firansa civiya

Serokê Komîta Pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (Kamîran Haco) ji Kurdistan24ê re ragihand, ku îro şanda wan li gel rêvebirê Ofîsa Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurî Efrîqya di wezareta derve ya Firensî de (Jerumi Bunafunt) civiya.Kamîran Haco got: Di civînê de em bi taybetî li ser rewşa Kurdistana Sûryê û bi giştî li ser rewşa Sûryê axivîn û Bunafunt ji me re tekez kir ku divê Kurd li gorî giraniya xwe di Komîta Nivîsandina Destûra Sûryê de cih bigirin û rola xwe di danîna destûra Sûryê de bilîzin.Herwiha Haco diyar kir, ku wî berpirsê Firnesî tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo mafên gelê Kurd li Sûrya nû kir.Şanda ENKSê ji Serokê wê Siûd Mele, Kamîran Haco, herdu Endamên Komîta Pêwendiyên derve ya ENKS Ibrahîm Biro û Hewas Egîd pêk tê û li ser vexwenidneke fermî ji aliyê wezareta derve ya Firensî ve, serdana wî welatî dike.

Back to top button