Polîtîk

ENKS hêzek çekdarî ya hevpar pêkanî

‘Kîjan hêz bixwaze dikare tevlî hêza hevpar a rojavayê Kurdistanê bibe’

Ebdilkerîm Mîranî

 

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar daye ku bi hevparî digel Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hêzeke hevpar ya leşkerî ava bike.

ENKSê di vê çarçoveyê de bang li wan grûpên çekdarî yên kurd li rojavahttps://mail.google.com/mail/images/cleardot.gif kiriye yên ku dixwazin di bin sêbera wê de kar bikin, serdana komîteya leşkerî ya ENKSê bikin.

Sekreterê Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê Nesredîn Îbrahîm derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, her hêzeke kurdî bixwaze tevlî hêza hevpar ya Rojava bibe dikare têkiliyê bi komîteya han re bike.

Derbarê leşkerên ku ji artêşa rejîma Sûriyê cuda bûne û li Başûrê Kurdistanê perwerdeya xwe ya leşkerî dîtine, Îbrahîm got, “Mijara wan leşkeran di civînên ENKSê yên li Hewlêrê de nehatiye gotûbêjkirin, heta niha ew leşker ne di bin serpereştiya tu partî û Encumenkê de ne, lê belê di bin serepereştiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.”

Nesredîn Îbrahîm ku endamê berê yê Desteya Bilind ya Kurdî bû, diyar kir ku ew leşker kurdên Rojava ne û dema bixwazin dikarin tevlî hêza hevpar ya Rojava bibin.

Nûnerê Partiya Azadî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê Ebdilkerîm Mîranî, ji Rûdawê re got, Divê çareyek ji leşkerên Rojava yên li Başûr bê dîtin û pêwîste cihê wan jî di nava hêza hevpar de hebe.

Mîranî bal kişand ku Eger Komîteya Taybetmend were aktîvkirin, hin alî û partrî dê li wan leşkeran xwedî derkevin, yan jî dikarin bi awayekî serbixwe tevlî hêza hevpar bibin.

Mîranî aşkere kir ku hejmara leşkerên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya xwe kirine, nêzîkî 2800 leşkere û dewreyên perwerdeya leşkeran hîn jî didomin.

Sekreterê Partiya Demokrat ya Kurd Nesredîn Îbrahîm her wiha got, “Her grûpeke çekdarî ya kurd li Rojava, çi girêdarî partiyan yan hevrêzên xortan yan jî serbixwe be, mafê wê heye di bin sêbera Desteya Bilind de kar bike û tevlî hêza hevpar bibe.”


Nesredîn Îbrahîm

Îbrahîm diyar kir ku grûpên çekdarî yên kurd yên ku girêdayî Artêşa Azad in mafê wan jî heye tevlî hêza hevpar bibin û diyar kir ,hatina wan ji ya hemû hêzên din ferztir e.

Li Rojavayê Kurdistanê, jibilî Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd, gelek grûpên din yên çekdarî yê kurd hene, ji wan Encumena Leşkerî ya Kurd ya Hevarp li parêzgeha Helebê û Ketîbeyên Yehsîn Memo û Şêx Meşûq li Amûdê û Qamişlo.

Piştî ku şoreşa Sûriyê di sala 2011 de dest pê kir, gelek leşkerên kurd yên ku di artêşa rejîmê de xizmeta neçarî ya leşkerî dikirin, ji ber ku nexwestin êrişî xwepêşanderan bikin, ji artêşê cuda bûn û gelek ji wan berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Back to top button