PolîtîkRojev

ENKS êrîşa li ser ofîsa PDKSê li Girkê Legê şermezar dike

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Grubek çekdarên PYDê roja 16ê Nîsanê êrîşî ser ofîsa PDK-Sê kiribû û telefona endamên ku li ofîsê bûn jê birin û piştî bernameyên guhdarîkirinê xistibûn telefonan, ji xwediyên wan re vegerandin.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de radigihîne, “Ev kiryara ne exlaqî, berdewamiya binpêkirinên berê yên li dijî ENKS, partî û endamên wê tên kirine de ye.”

ENKSê bi tundî van binpêkirina şermezar dike û daxwaz ji fermandariya HSDê dike ku sozên di vê derbarê de dane bi cih bîne û berpirsên van kiryaran ceza bike û sînoreke dawî ji van kiryaran re deyne.

Back to top button