Çekdarên PYDê êrîşê ofisa Partiya Demokrat a Kurdistana Suriye li bajarê Amêdê kirin û ofis şewitandin. Di vê dema Amerika cardin behsa destpêkirina hevdîtinên yekrêziyê di nava kurdên li rojavayê Kurdistanê de dike, ev êrîş balkêşin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê şewitandina nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarê Amûdê bi tundî şermezar dike û PYDê di ber rawestandina wan êrîşan de berpirsyar dibîne.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve şeva Duşemê 23ê Tebaxa 2021ê nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê şewitand û kelûpelên din hundirê de şikandin, agir jî bi hewla cîranan hat vemirandin.”
ENKS dibêje: “Ev karê tirsnak di çarçoveya zincîreyek ji kiryarên wan grûpan de tê ku armanc jê zêdekirina nerehetî û aloziyan e, bi taybet di van demên dawîn de gelê me di şert û mercên ewlehiyê û rewşa dijwar de dijî.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS van kiryaran bi tundî şermezar dike û berpirsatiya rawestandina wan jî dixe ser milê PYDê. Herwiha ENKS dixwazê ji fermandariya HSDê dike ku bi sozên xwe pabend be û sînorekê ji van binpêkirinên dikevin xizmeta dijmanên gelê Kurd re deyne û tawanbaran ceza bike.”
ENKS tekez dike ku kiryarên bi vî rengî, wê ji armancên wê yên pêkanîna yekrêziya Kurdî û dabînkirina mercên ewlehî û aramiyê ji gelê Kurd û hemû gelên herêmê re dûr naxe.