PolîtîkRojev

ENKS doza çarenûsa girtiyan dike

Li Rojavayê Kurdistanê di heyama mehekê de 6 endamên ENKSê ji aliyê asayîşa PYDş ve hatin girtin. ENKSê jî bo vê yekê nameyek ji Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî û şanda garantor a Amerîkî re şand.

Nimet Dawûd, Sekretêrê Partiya Wekheviya Demokrat, dibêje, “Wek nameyekê me ji HSD û ji şanda gerentor ya Amerîkî re şandiye, lê hîn me bersiv wernegirtiye, ev endamên ENKSê ne û niha em di gotûbêjan de ne, girtina xelkê û kesan bibe guvaş ji bo daxwaziyên siyasî, gelekî xirab e, em dixwazin girtin bisekine çi yê encûmenê be çi ne yê encûmenê be.”

AsayîşaPYDê derbarê vê yekê de, ne bersiva ENKSê û ne jî bersiva dezgehên ragihandinê da.

Kiryarên bi vî awayî bi dilê partiyê di nava Rêveberiyê de jî nînin û dibînin ku bandoreke xirab li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî dike.

Salih Gedo, Sekirtêrê Partiya Çep, dibêje, “Ev karekî gelekî xirab e û cihê ne rehetiyê ye, ev kar divê bêne sekinandin, beriya niha çend endamên PYDê jî li Başûrê Kurdistanê hatine girtin.”

Berdana girtiyên siyasî ku wê demê hejmara wan 10 kes bûn,  yek ji dosyeyên herî sereke yên bi nakok di navbera herdû aliyên Kurdî de bû, di demekê de ku hîn çarenivîsa wan 10 kesan nehatiye yekalî kirin, hejmara girtiyan ji bo 16 bilind bû.

Back to top button