ENKS: Bila PYD li rêkeftina Dihokê vegere
ENKSê êrîşên Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê li ser bajarê Efrînê şermezar dike û daxwaz jî ji PYDê dike ku vegere bo rêkeftina Dihokê.Emîndariya Giştî ya ENKSê derbarê wan êrîşên ser bajarê Efrînê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Roj bi roj armanca operasyona Şaxa Xwînê ya Artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê aşkere dibe, ku çawa canê welatiyên sivîl û mal û gundênwan dikin hedef û bi çekên giran û bi balafiran li wan didin û heta niha bi dehan kes şehîd ketine.”ENKSê wiha domand: “Hêzên ser bi opozisyona Sûriyê ve, ku navê wan Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye, di wê êrîşa ser sivîlên Efrînê de beşdar e, ku dest ji erkê xwe yê serke ku şerê rêjîma Esed e, berdaye û berê xwe daye navçeyên Kurdan ji bo dijayetiya mafên neteweyî yên miletê Kurd. Îtîlafa Opozisyona Sûriyê jî divê li helwesta xwe ya xerab vegere, ku wê jî piştgiriya êrîşa ser Efrînê kiriye.”ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em dîsa wê êrîşê û wê kuştin û wêrankirina li Efrînê şermezar dikin û em daxwaza rawestandina wan jî dikin. Herwiha em bang li Amerîka û Rûsya û Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û parastina navçeyê û xelkê wê bikin.”Emîndariya Giştî ya ENKSê peyamek ji PYDê de re jî şand û ragihand: “Yek ji bingehên girîng ji serkeftina bergiriya Efrînê li hemberî wan êrîşan, yekîtiya Kurdan e û ji bo wê yekê jî em bang li PYDê dikin ku bi awayekî cidî rêya karê siyasî û medenî ji me re veke û bi tena xwe biryarê li ser çarenivîsa gelê Kurd nede û girtina û zindanîkirina siyasetmedara dûr bikeve û dest bi diyalogê bibe û vegera bo rêkeftina Dihokê jî bêngava herî baş e ji bo derbaskirina vê rewşa hesas.”ENKSê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Em piştrast in ku îradeya xelkê Efrînê dê wê navçeyê biparêze û dê wan êrîşan bişkîne. Di vê gavê de em daxwaz ji ofîsên xwe dikin ku ji bo şermezarkirina destêwerdana Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve û ji bo piştgiriya xelkê Efrînê, dest bi meşan û xwepêşandanan bikin.”