Polîtîk

Endaziyarê aşitî û yekîtiyê Îdrîs Barzanî!

Ji ber wê helwest, kiryar û pêkanîna Bereyê Kurdistanî bû ku kurdan navê nemir kirin Endaziyarê aşitî û yekîtiya gelê Kurd. Heger ne ji wê Eniya Kurdistanî ba, dibû ku îro em ne xwediyê xwe û azadiya başûrê Kurdistanê bûna. Xwezî endaziyarekî weke

Bûbê Eser

Di siyaseta neteweya gelê kurd de hin şexsiyet hene ku bi rol û erkên xwe, mohra qehremaniyê, aşitî û yekitiyê li dîroka gelê kurd xistine. Ji wan nemiran yek jî Îdrîs Barzanî bû.

Îdrîs Barzanî di şer û tekoşîna azadiya Kurdistanê de roleke wî ya teybet hebû ku ew ne tenê şervan û di vî warî de leşekerî bû. Nemir bi helwest, kiryar û bûyerên xwe weke rêvebirekî PDK tim aliyê wî yê li hevkirin û bi hevre karkirina partiyên heyî, yên li başûrê Kurdistanê di bin sîwaneke neteweyî de, wan bighêjîne hev, li pêş bû.

Ev xusûsiyeta nemir Îdrîs Barzanî bi kêm serok û rêvebirên Kurdistanê û cîhanê jî re hebû an hene. Ji bona ku ew bikaribe hemî rêxistin û partiyên başûrê Kurdistanî di bin sîwaneke neteweyî de bike yek, gelek xebat, cahd û hewldan kir. Di vê helwesta xwe ya neteweyî de bi ser ket.

Ji ber yekîtî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî gelekî zor û zehmet bû û hê jî weha ye. Lê nemir ew zor zehmetî bi ked û helwesta xwe, çi partiyên li başûrê Kurdistanê hebûn, bi xebatên dûr û dirêj, bi hilmfirehiyeke camêrane û bi helwesta xwe ya neteweyî, hewla damezrandina eniya neteweyî da.

Helbet ev ne karekî hêsan bû ku kesek bikaribe partiyên Kurdistanî di bin konekî neteweyî de ji bona berjewendiya gelê xwe bighêjîne hev. Dema dagirkeran welatê me Kurdistana şêrîn perçe kirin û li hev parve kirin, bi vê yekê hewla ku kurd nebin yek û bi hevre kar nekin, mejiyê wan jî dagir kir. Helwestên wan î neteweyî bi rêya sîxur û zilamên xwe ji hev belav kir. Ev hê jî berdewam e.

Ji ber wê dagirkirinê bû ku yekîtiya gelê kurd pêk nedihat. Lê nemir Îdrîs Barzanî ev yeka baş dizanî bû û li gor wê helwest girt, kar û xebatên bê westan domand. Bi vê xebata xwe, nemir ji hemî partiyên Kurdistanî yên başûrê Kurdistanê eniyeke neteweyî pêk anî ku ev ne karekî hêsan bû, lê nemir pêk anî bû.

Bi saya damezrandina eniya neteweyî îro em weke kurd li başûrê Kurdistanê xwediyê xwe û welatekî azad in. Belê ev bi tekoşîna Barzaniyan ya sed salan û bi damezrandina eniya neteweyî ya ku bi pêşengiya nemir Îdrîs Barzanî hatibû damezrandin, Kurd li başûrê Kurdisanê bûne xwediyê perçek ji welatê xwe ê azad.

Ji ber wê helwest, kiryar û pêkanîna Bereyê Kurdistanî bû ku kurdan navê nemir kirin Endaziyarê aşitî û yekîtiya gelê Kurd. Heger ne ji wê Eniya Kurdistanî ba, dibû ku îro em ne xwediyê xwe û azadiya başûrê Kurdistanê bûna. Xwezî endaziyarekî weke

nemir li bakurê Kurdistanê jî peyda biba.

Di nav tevger û partiyan de peydekirina endaziyarên aşitî û yekîtiyê zor û zehmet e. Lê nemir ji bona Kurdistaneke serbixwe, hemî berjewendiya xwe ya sexsî û hizbî li alîkî danî û tenê kar û xebata xwe ya talî kir ji bona damezrandina eniya neteweyî. Ji ber ku nemir baş dizanîbû heger yekitiya kurdan pêk neyê azadî û serxwebûna welatê wan jî dê pêk neyî.

Îdrîs Barzanî wê pêkanîna xwe û xwedî helwesta xwe ya neteweyî heta ku kurd li ser rûyê cîhanê bijîn, ew ê jî weke endaziyarekî aştî û yekitiyê di dilê her kurdekî de bijî. Her çiqasî ew fizîkî ne di nava me de be jî. Lê ew bi fikir û ramanên xwe di dilê her kurdperwerekî de zîndî dijî û wê bijî.

Loma ez dibêjim: Endaziyarê aşîtî û yekîtiya gelê Kurd Îdrîs Barzanî nemir e. Ew di dilê me de her dijî û wê bijî. Ser û bejna xwe li ber xebatên wî ditewînim. Bila dilê wî rehet be ku îro zarokên wî yên weke şagirtin wî bûn, xwedî li Kurdistanê derketine û wê her derkevin.

Back to top button