Polîtîk

Endamekê din yê serkirdayetiya Goranê dest ji kar ber da

Endamekê din yê serkirdayetiya Tevgera Goranê dest ji kar ber da û ew di nameya xwe ya destjikarbedanê de dibêje ku, Tevgera Goran ji xeta xwe ya rast derketiye û nikarî wan dirûşmên bilind kirîn bi cî bike.Dr. Şoreş Hesen Omer endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goranê bi nameyeke nivîskî destjikarberdanan xwe ji Tevgera Goranê ragehand. Li gor Livînpress, Omer di maeya xwe de dibêje ku, Tevgra Goran bi fikir û kiryar hilgirên hizira bisazîkirina hikûmetê bûn û ji bona baştirkirina jiyana hervwelatiyan guhertinên esasî bikin, lê roj bi ro Goran ji xebatên di van waran de dûr dikeve. Ew endamê serkirdayetiya Goiranê dibje: Mixabin roj bo rojê zêdetir ew rastê ji bo diyar bû ku, cudahiyeke mezin di navbera gotar û kiryarên wê tevgerê de heye û nikarî guhartinan ni xwe de bike dê çawa guhertinan di nav saziyên desthilatê de bike.Weke tê zanên roj bo rojê destjikarberdana endamên tvegra Goranê ber bi zêdebûnê diçe û bi taybetî piştî îmzakirina rêkeftina navera Goran û YNKê ew diyadeta zêdetir bûye.

Back to top button