Polîtîk

Endamek Polît Buroya Yekgîrtu hate girtin

Komîsyonê ku ji bo şewitandina Avahiya Partiya Demokrat a Kurdistan a Bajarê Silêmanî hatîbû avakirin biryara li ser endamê Polît Buroyê YEKGİRTU ( Yekîtiya Îslamiya Kurdistan) biryara girtinê derxist.

Hikumeta Herêma Kurdistan komîsyonek li ser şewitandina avahiya PDK’ê saz kir. Komîsyon li ser bûyerên kuştî û brîndaran dest bi xebatê xwe kir.

Komîsyon di serî de organîzatorên xwepêşandanê bin çav kir. Pişt re lêkolînekî li ser tespîtkirina provakatoran kir û di derbarê endamê Polît Buroyê Partiya Îslamiya Kurdistanê Musena Emînê de biryarê girtinê derxist.

Musena Emîn piştî biryara girtinê ji Aweneyê daxuyaniyek da û got: Ez jî beşdarê xwepêşandanê bûm lê min provakatorî nekir. Rast e min ji bo girseyê axaftinek kir lê min banga tundûtijiyê nekir û jixwe nikarin ispat jî bikin.

Komîsyon li ser tespîtkirina provakatoran xebatên xwe didomînin.

Back to top button