Endamê Tevgerê hate berdan
Ozgur Amed ku ji aliyê polisêan ve bi tuhmetên derew hatibû girtin, îri ji aliyê dadgehêve hate azad kirin. Di vê derbarê de Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek kurt belav kirin. Tevger dibêje:
Birayê me Özgür Amed (Kadir Sutay) îro hate berdan. Li ser tawanên ku lê dikirin tu delîl tune bûn û bêyî ku derkeve hember dozger hate berdan. Spasiya hemû heval û hogiran dikin ku di vê pêvajoyê de piştgiriya xwe kêm nekirin.
Ji beri çend rojan polisan li ser mala ozgur de girtibûn û ew binçav kiribûn.
Li ser tevgera Ciwanên Kurdistanê gelek leyiztik têne kirin. Ciwan Kurdistanine û bi tenê nirxên Kurdistanî kar û xebata xwe dikin. Ciwan siyasetê nakin lê Kurdeyatiyê dikin. Ev yek di serî de dewleta dagirker û hinek aliyên ku siyaseta kurdî kirine deriyê berjewendiyên xwe ne rihet dike. Ji bo vê yekê jî gelek fen û fît li dijê endamên tevgerê têne kirin.
Azad kirina Ozgur ji aliyê dadgehê ve cardin rûyê tarî yê polisên dagirker derxist holê..
ozgur cardin bi kesayet û nirxên xwe yên netewî di nava hevalên xwe de ye. Derbsbî be…
597