Cîhan
Encumena sûrî û kurdî li Stenbolê dicivin
Bi armanca yekxistina xebatên opozisyona Sûriyeyê, hevahengî û yekirina xebatên hemû aliyên dijî rijêma Beşar Esed biryare di 17ê vê mehê den encumena niştimnaiya kurd li Sûriyeyê û encumena niştimanî ya opozisyona Sûriyeyê li bajarê Stenbolê bicivin.
Piştî civîna Qahîre a di navbera Hemîd Derwîş serokê şandeya kurdî û Welîd Bumî berprisê ragehandin û peywendiyên encumena niştimaniya Sûriyê, her du alî li ser sazkirina konfrenseke berfireh li bajarê Stenbolê li hev kir ku biryare di 17ê vê mehê de bê saz kirin.
Weke tê zanîn heta nuha jî sariyek di peywendiyên navbera opozisyona sûrî û kurdî de heye.