Encûmanî Kurd li Sûrî xwe berpirsê her Kurdekî dibîne
Îro (6/2/2012) li demjmêr 11 sibê heytek di bin Serokatiya Serokê Kongreya Encûmanî Kurd li Sûrî Dr. Ebdulhekîm Beşar de serdana Penaberên
Kurdên Rojava li Komalgeha Qamişlo li devera Domîz kir. Dr. Ebdulhekîm Beşar di komcivîna ligel penaberên Rojava de got ku, em weku heyet û nûnerên Kongerayê me xwest serdana we bikin, pirsa rewşa we bikin û guhdarî daxwaz û pirsgirêkên we bikin. Dr. Ebdulhekîm Beşar bal kişand ku, Kongreya Encûmanî Kurdî li Sûrî xwe berpirsê hemû Kurdan dibîne, Kurdekî Rojava li kû be xwe jêre berpirs dibîne.
Ebdulhekîm Beşar di axivitina xwe de li ser guhartinên Sûriyê ku çawa wê bandor li hawîr dor û Kurdên Rojava bike rawestiye û qonaxa niha qonaxeke gîring û hestiyar ji bo Kurda bi nav kir. Her wiha got ku, em 11 partî tev 25 hevrêz û kesên serbixwe, li vir Herêma Kurdistanê binecihek daye wan û bal kişand ser peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Kongera Hewlêrê de pêşkêş kirî ku cenabê wî gotibû “Mercê me Kurdatiyeke berfirehe.” Û li ser bingeheke yekîtiyeke Kurdîya berfirehe amadene hemû alîkariyê pêşkêş bikin.
Ji aliyekî din ve Dr. Ebdulhekîm Beşar bal kişand ser daxwaz û çawaniya çareserkirina pirsa Kurdî li Rojava û got “Em weku Kongreyê çareseriya pirsa Kurdî di Federaliyetê de dibînin.” Her wiha da diyar kirin ku “Qesra Spî bi erênî pêşwaziya Kongera Encûman kiriye.” Li ser pirseke amadevanan “Çima PYD’ê ne di nava Kongreyê de ye”, Endamê Heyeta Tenfîzî Brahîm Biro got ku “Dema Komîteya vî karî hate avakirin ji bo avakirina Kongera Encûmanî Kurdî li Sûrî, PYD’ê jî di nav de bû.
Ez bi xwe jî endamê vê komîtê bûm û di nav de bûm. Me gelek tişt ji bo PYD’ê qebûl kirin da ku ew jî di nav de bin, lê PYD’ê dixwest bi awakî giştî di Kongreyê de desthilatdar be. Heta me ji hemû partiyan zêdetir da wan, lê wan dixwest, bi giştî ew bin, ew serdest bin. Niha jî komîtek me avakiriye û em ligel wan di nava têkiliyê de ne, hewl didin ew jî di nava Kongeryê de cîh bigirin.”
Dîsa Dr. Ebdulhekîm Beşar mafê axivitinê girt û bal kişand ser rojnameyeke Tirkî ku li ser navê wî hindek axivitin kirine û got ku, tu bingeh ji vê yekê re nîne, ev nûçe neraste, heta min navê wê jî nebihistiye. Her wiha got ku wî ji xortekî re gotiye der barê vê rojnameyê de doz veke. Paşê Dr. Ebdulhekîm Beşar tekez li ser wê yekê kir ku daxwazên penaberên Kurdên Rojava bigîhnin cihên bilind ên Herêma Kurdistanê û ji wan xwest daxwazên xwe binvîsîn û bigihnin wî.
Avestakurd