Encamên serfiraziya xwendekarên zanîngeha Kurdistan Hewlêr
Ez li 2006 ve vegeriyam Kurdistanê. Guhertin û pêşketinên Kurdistanê divê hemû aliyeke li Herêma Federala Kurdistanê serbilind bike. Bêguman guhertin bi bêyî asteng û kêmasî û pirsgirêkan nabê. Gelek tiştên hatine kirin û dibe ku baştir jî bihata kirin û ez yek ji wan kesa me ku dibêjin em pêwîste baştir bizanîn û baştir jî kar bikîn. Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr Zanîngeheke hikûmiye û li sala 2006 ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê wê demê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye damezrandin. Li vê babetê da behs li destkeft û terxanên xwendekarên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr dikim.
Gelek rê ji bo nirxandina terxan û destkeftên xwendekaran heye. Lê belê yek ji wan ji wê yekê pêkhatiye ku gelo heta çi radeyê xwendin û lêkolîn têne encam dan. Her ji bo wê yekê, nirxandinek li ser bikaranîna pertûkxaneyê ya ji aliyê xwendekaran ve beranberiyek li gel zanîngehên din dikim. Zanîngeha me li sala 2010 an de nêzîkî 415 xwendekar û karmend mamostayên xwe hebû. Ewan 9971 kitêb û çapemeniyên din ji kitêbxaneyê birine, ku dike 24 kitêb ji bo her xwendekar û mamostayek. Ewan 20284 babetên full-tekstê akademî li wan databasên zanîngehê endamtî li gel heye û hatiye dagirtin, ku ew jî dike 49 babet ji bo her kesek. Her wiha, Zanîngeha Kurdistanê take zanîngeheke ku her ji Stembolê ve heta Mekke û her ji Tehranê ve heta Dîmeşq(Şam)ê ku înterneta bê sînor ji bo xwendekaran dabîn kiriye. Ji bilî li komputerê ser mêze, înterneta wairles jî dabîn kiriye. Xwendekar û mamosta gelek jêderê wan yê vekirî heye û destê wan bi hêsanî digihijiyê, weku Youtube, Podcast û Journal û zanyariyên hemî cûre li zanîngeha herî başên cîhanê û google skolar û jêderên online ên din. Hejmara bikaranîna van jêderan ne li nav hejmarên li serê ne.
Eger em beramberî li gel kitêbxaneya nîştimaniya Iraqê ya li sala 1977 (li dema xwe ya herî baş) bû bikîn, wêneyeke baştir ji bo me derdikeve. Li sala 1977, kitêbxaneya nîştimaniya Iraqê veguhestin avahiyeke 3-milyon dolarî û 75 kes karmendê wê hebû û 98 hezar kitêbên xwe hebû. 1 kitêbxane xizmeta xelkê û xwendekarê Bexdayê dikir. Li ser wê yekê jî eger em qebareya wê beramberî li gel Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr bikîn. Em tenê bikaranîna xwendekarên xwe li gel wan beramber dikîn. Li sala 1977, hejmara wan kesên serdana kitêbxaneya nîştîmaniya Iraqê kiriye 35780 kes bûn, ku % 86 wê hejmarê xwendekar bûn. Bi tenê 14153 kitêb li wan salan da hatiye daxwazkirin. Eve jî diyar dike ku her kesek bi tenê 0.4 kitêb daxwaz kiriye. Nivîsa wî kesê vê raporê amade kiriye nivîsiye: “Li dema van karan da, şêwirmendê raporê rojane du sê car bi berdewamî serdana jûrên xwendinê kiriye û dîtiye ku li nav 300 kursiyan de bi tenê 20-30 kursî girtîbûn.” Bi wateyeke din, amadevanên jûrên xwendinê li hejmara karmendên kitêbxanê kêmtir bûn. Bêguman li dema taqîkirin û ezmûnan de ew jûr zêdetir hatine bikaranîn.
Eger em beramberiya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr li ruyê navdewletî ve bikîn, dibînîn ku ew li heman asta xwendekarên rojhilata Ewrupa bigre li gor bikaranîna kitêbxaneyê baştirin jî, lê belê li jêr wê asta Brîtanîne ku em hewla bi destanînê didîn. Li salên xwendina 2003-2004, li kitêbxaneya akademiyên Brîtanya ji bo her xwendekarek 54 kitêb hatiye tomarkirin û hatiye bikaranîn.
Bi mixabinî, zanîngeh û kitêbxaneyên Iraqê ji niha û li gor sala 1977 ne baştirin. Yek dikare bi hêsanî bibêje ku şiyanên lêkolîn û xwendinê û xwendina xwendekarên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr gelek ji hemû zanîngehên dinê Kurdistan û Iraqê bilindtire. Hê jî rêyeke me ji bo temamkirina armancên me yê bi destxistina bilindtirîn standarda navdewletî li ruyê bikaranîna kitêbxanê ve heye. Li gel wê yekê jî, xwendekarên me gelek li pêşiya welatên dinin. Bêguman eve jî vedigerê li ser alîkariya mamostayan û îdare û kitêbxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr ku bi mebesta serkeftina xwendekaran pêşkêş dikin. Em bi vê genciya serkeftî û bi şiyan û xwendekaran ve serbilindîn.
Amed Demirhan
• Birêvebirê Kitêbxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr, Master li Zanista Kitêbxaneyê
1. Iraq Operatonal activites in the feld of informaton Natonal Libirary of Iraq, Baghdad by D.R. Khala.UNESCO http://unesdoc.u nesco.org/images/0003/000362/036235eb.pdf Retireved Marce 10, 2011
2. Secton 3 Academic Libirary Statistics p.139 http://www.lboro .ac.uk/departments/dils/lisu/downloadis/als05-s3-p114-147.pdf
Retireved Marce 10, 2011
Wergera ji Ingilîzî
Arî MAMŞEYÎ