Emîrê Kuweytê parlemento fesih kir
Emîrê Kuweytê Şêx Meşal el-Ehmed el-Sabah parlemento fesih kir û guhertinên girîng di destûrê de kirin.
Emîrê Kuweytê Şêx Meşal el Ehmed el Sabah di daxuyaniyekê de li ser televizyona niştimanî betalkirina parlamentoyê ragihand. Emîrê Kuweytê di axavtina xwe ya danê sibê de wiha got: “Me fermana hilweşandina parlamentoyê û rawestandina hin xalên destûrê ji bo maweya ku ji 4 salan zêdetir nake da. Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di vê heyamê de wê pêvajoya demokratîk bi hemû aliyên xwe ve were nirxandin.
Li gorî nûçeya Reutersê belav kiriye, bi hilweşandina parlamentoyê re, desthilatên cîbicîkar ên welat dê rasterast di destê Emîre û kabîneya wî de bin. Hat ragihandin ku di vê heyama veguhêz de, Emîrê Kuweytê û hikûmetê bi temamî dest danîne ser rayeyên parlamentoyê.
Kanala televizyona niştimanî ya di bin kontrola dewletê de jî piştrast kir ku desthilatên parlamentoyê ji bo Emîr û kabîneyê hatine veguhestin.
Emîrê Kuweytê Şêx el-Ehmed el-Sabah biryara xwe ya hilweşandina parlamentoyê ji ber zehmetiyên ku di van demên dawî de li welat dijîn ragihand. Emîr diyar kir ku ev pêngava pêwîst ji bo parastina berjewendiyên welat û dabînkirina îstiqrarê neçar e.