Emîne Ayna û boykota dibistanan û di meclîs şeredariyan de kurdî axevtin
Beriya vê demekê “Kongreya Civakî ya Demokrat” (ku bes bi navê xwe civakî û demokrat e. Lewra dezgeha Ocalan û PKKê ye) civîna xwe ya giştî li darxist. Gorî agahdariyên min wergirtine, di vê civînê de boykota dibistanan ji aliyê Emîne Aynayî de hatiye pêşniyar kirin û li ser pêşniyara Emîne Aynayî gengeşiyên balkêş pêk hatine.
Emîne Aynayî, pêşnîyara xwe bi tirkî pêşkêşî civînê kiriye. Beşdarekî civînê yê cîwan pêşnîyarê ji aliyê şiklî de (ku qasî naverokê girîng e) rexne dike. Dibêje ku: “Gelo divê mirov biçek cidî û samîmî be. Emîne Aynayî boykota dibistanan dike, lê bi xwe wek berpirsiyareke BDPê û “wekîlek a gelê kurd, bi xwe kurdî nizane û bi tirkî pêşnîyar dike. Dema berpirsiyarek û navdareka BDPê bi tirkî pêşniyara boykota dibistana bike, ev pêşniyara ji aliyê min de û ji aliyê reya giştî û gel de jî cidî û samîmî nayê dîtin.”
Piştî rexneya beşdarê civînê, Emîne Aynayî radibe, nerînên ew kesê rexnegir heqaret şirove dike û daxwaz dike ku ew kes a li hemberî hemû beşdaran baxişandinê ji wê bixwaze. Ew kesê rexnegir di nerînên xwe qerardar dibe, Di encamê de dema ku rêvebiriya (dîwana) civînê zorê dide wî, ew radibe dibêje: “Min li tu kesî û li Emîne Aynayî heqaret nekir. Lê ji beşekî beşdaran fahmeke wusa heye. Loma ez ne ku ji Emîne Aynayê, ez ji tevayî ya beşdarên civînê baxişandina xwe dixwazim.”
Ez jî bi nerîna beşdarê civînê ya cîwan re me. Heger berpirsiyarekî/berpirsiyareka kurd heger bi xwe kurdî nizane û demeke dirêj e ku ferî kurdî jî nebûye, divê ciyê xwe baş bizane û gorî statuya xwe pêşniyaran bike. Lê ji bona ku berpirsiyarên PKKê û hevalbendên wê xwe xwediyê gel dibînin, gel ji tiştekî nahasebînin, ew gelek bi rehetî dikarin pêşniyarên bê perva bikin.
Ji bona Emîne Aynayî di nav civînê de li ser navê Ocalan û PKKê xwediyê statuyeke taybetî û bi îmtîyaz e, ev pêşniyara wê ya “boykota dibistanan” dibe biryar. “Kongreya Civakî ya Demokrat” jî ev biryara xwe du roj berê ji reya giştî re diyar kir.
Ji bona vê biryarê divê ez jî çend rastiyan bînim ser zimên. Ez hêvîdar im, ev birayara “boykota dibistanan” ji aliyê siyasetvan û rewşenbîrên kurd ve bê minaqeşe kirin. Biryara PKKê bêgengeşî nayê pejirandin.
Girîngtir pirs jî ew e ku reyên hîn efektîf û bitesîr hene ku zorê bide dewletê, ez dixazim di derbarê wan de jî xwediyê pêşniyaran bim.
Neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî û bi taybetî jî ji mafê xwe yê desthilatdarî û serwerî bêpar e. Ji bona ku neteweya kurd ew mafên xwe yên neteweyî û desthilatdarî qezenç bike, divê projeyeke neteweyî ya giştî hebe. Gorî wê projeyê têkoşîn bê meşandin û ji bona mafqezeçkirinê hewil bê dayîn.
Neteweya kurd, gelek aşkere ye ku ji mafên perwerdayî ya zimanê xwe jî bê par e. Di sedsala 21-an de ev yeka rûreşiyek û nîjadperestiyeke gelek mezin e.
Projeya neteweyî divê ji aliyê rêxistin û kesên dozger ve bên meşandin. Hîç rêxistinek û kesek van mafên neteweyî ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî, rêxistinî, hegemonîk bi kar nîn e.
Di van salên dawî de Ocalan/PKKê û dezgeh û partiyên hevalbendên wê, mafên neteweyî yên neteweya kurd ji bona berjewendiya xwe ya rêxistinî û hegemonîk bi kar tîne. Ocalan/PKKê û partiyên legal yên girêdayî wan, heta ev du salên dawî perwerdayî ya zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî neparast. Ji bona zimanê kurdî pêşniyar hat kirin ku bibe “zimanê hilbijartî”.
Gelo çi bû ku PKK dev ji vê siyaseta şaş û li dijî doza neteweyî ya kurd berda. Perwerdayî ya zimanê kurdî parast.
Gorî baweriya min, ev guhertina siyaseta wan ya di derbarê zimanê kurdî de jî divê di çerçawaya siyaseta dewleta kûr ya li dijî demokratîzebûnê û îflasa siyaseta “Komara Demokratîk” de bê nirxandin.
Dîsa divê di vê çarçewê de biryara “Kongreya Civakî û Demokratîk” bê şirove kirin. Loma jî ev pêşniyara wan xwediyê cidiyetê nîn e. Armanc, doza neteweya kurd û zimanê kurdî nîn e, hesabên siyasî yên rojane ne.
Helbet kurd û rêxistinên wan ji bona ku mafên xwe yên neteweyî qezenç bike û xwediyê maf e ku her metod û reyên rewa, demokratîk, însanî bi kar bîne. Boykot jî metodeke wusa ya rewa ye.
Pêşniyara “Kongreya Civakî û Demokratîk” bêwext e û encamekê nade. Di heman dem de jî pêşniyareke nedemokratîk e. Biryar ji aliyê “Kongreya Civakî û Demokratîk” de ji bona zarokên kurd tê girtin. Yanî ji zarokên kurdan re tê gotin ku dibistanên we bi tirkî ne. Divê hûn bi kurdî bixwînin û perwerde bibin. Ji bona vê neçin dibistanê. Alkternatîf çi ye? Ew jî nayê diyar kirin. Bes ji bona balkişendinê û siyaseta rojane ya rêxistinî û grubî daxwaz tê kirin.
Ev boykota dibistanan dê hefteyekî bidomîne. Pişt re zarokên dîsa biçin dibistanan. Wê demê ji bona guhertinekê nabe bingeheke pêvajoya çareserkirina pirsa perwerdayî ya zimanê kurdî jî.
Ji aliyê din de jî li ser navê malbatên zarokan û bi taybetî ji li ser navê zarokan biryar tê girtin. Zarok bi xwe jî xwediyê biryarê nîn e. Loma jî ev biryara, biryareke demokratîk jî nîn e. Her çiqas ji rêxistin û dezgeheke jakoben, hegemonîk, otorîter demokrasî nayê payin jî, divê li hemberî van siyasetên ne demokratîk rawestandin, ji bona pêşêroja serwerî û desthilatdariya neteweya kurd ve girîng e.
Gelek aeşkere ye, ji aliyekî de dewletê û ji aliyekî de PKKê serwerî û desthilatdariya neteweya kurd xesip kirine. Divê neteweya kurd ji vê rewşê xelas bibe.
Ji bona perwedayî ya zimanê kurdî û mafên din yên neteweya kurd, rê û metodên hîn demokratîk û bihêz hene. Ji bona vê jî PKK û BDPê ji bona vê xwediyê derfet û hêz in. Divê van hêz û derfetên xwe bi kar bînin.
Em wan hêz û derfetan diyar bikin: Mebusên BDPê dikarin biryar bidin ku di meclîsê de daîmî kurdî qise bikin. Di şeradariyan de bi kurdî axevtin, kêmtir in tê îlan kirin ku zimanê fermî yê duyemîn e.
Ev biryara dibe biryareke demokratîk: Lewra ew kesên li ser navê xwe biryar didin û biryarê pêk tînin. Ev biryara zerarê jî nade reya giştî û gelê kurd jî. Bandoreke mezin jî li ser dewletê çê dike. Ji bona mafqezençkirinê sîstemê zêdetir dide fikirandin.
Amed, 02. 09. 2010
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])