HevpeyvînPolîtîk

Em û kurd dikarin bibin hevpeyman

Cîgirê Serokomarê Iraqê û serokwezîrê berê yê wî welatî Nûrî Malikî ragihand: “Pêwîst e Kud vegerin nava proseya siyasî ya Iraqê, çimku ew hevbeşên me ne.” Malikî herwiha dibêje, eger Kurd vegerin nav proseya siyasî û rewşa dijminatiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemîne, ew dikarin bi aliyên Kurd re bibin hevpeyman.Li gora nûçeyek ya tora medya Rûdawê: Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel Elxed a Iraqê de ragihandiye: “Pêwîst e cardin li ser bingehên destûrî serederî li gel Herêma Kurdistanê bihê kirin û ya ku pêwîst e bidin wan divê ji wan re were dan (maf), û ya ku li ser wan e (erk) jî divê li ser wan be.Malikî herwiha daxwaz jî kiriye: “Ew diyardeya alozî û dijminatiya ku bi sedema referandumê çê bûye, dawî pê were anîn.”Nûrî Malikî ku pêştir bo du geran serokwezîrê Iraqê bûye û di gera duyem de bi piştgiriya Kurd û li ser bingeha rêkevtina Hewlêrê bû serokwezîrê wî welatî.Malikî di berdewamiya gotinên xwe de daxwaz ji Kurdan dike, ku baweriya wan bi bingehên destûrî hebe û pabendî wê bin. Li ser bingeha destûrê jî dê mafên xwe werbigirin û berpirsatiyan jî li gorî destûrê qebûl bikin.Malikî di vê hevpeyvînê de tekez dike: “Ez rewşa dijminkarî red dikim û dibêjim, pêwîst e di navbera Herêmê û hikûmeta navendî de li ser bingeha Destûrê dest bi gotûbêjê were kirin, çimku piştî biryarên Dadgeha Federalî êdî pêwîst bi daxuyaniyên din nake û dadgehê derî li ser her kesekî girtiye ku hizir li dabeşkirina Iraqê bike.”Derbarê egera hevpeymaniya li gel aliyên Kurdî di hilbijartinên sala 2018ê de jî, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî dibêje: “Meseleya pêkanîna hevpeymaniyê yan nekirina wê bo min giring nîne, ya ku bo min giring e ev e ku Kurd vegerin nav rewşa asayî ya niştimanî û ew rewşa dijatî û dijminatî êdî dawî pê were.”Malikî tekez dike, di dema vegera kurdan bo nav proseya siyasiya li Iraqê û nemana rewşa dijminatiyê, ew dikarin bibin hevpeymanên hev. Bi gotina Malikî, “wê demê em di parşerojê de li dijî wê yekê nabin ku bibin hevpeyman.”Daxuyaniya nû ya Malikî û nîşandana helwesta erênî li hember Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku bûdceya Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê ve û dema ku DAIŞê êrişên xwe bo ser Herêma Kurdistanê dest pê kiribû, di dema desthilatdariya wî de hatiye qutkirin.Herwiha Malikî dema ku serokwezîr bû çend caran hewla bikaranîna hêz li dijî Herêma Kurdistanê dabû û piştî damezrandiha hêzeke taybet a bi navê Hêzên Dîcleyê, ber bi Xaneqîn û Kerkûkê hêzên leşkerî livandibû.Herwiha di dema birêveçûna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û piştî wê de jî Malikî daxuyaniyên gelek tund li dijî Herêma Kurdistanê û berpirsên pilebilind ên Kurdistanê dabûn.Di vîdeoyekê de ku piştî birêveçûna referanduma serxwebûnê li ser torên civakî hatibû belavkirin, Nûrî Malikî di civîneke fermî de axavtinên tûj li dijî Herêma Kurdistanê dikir û digot, ku divê bi hemû şêwazan Herêma Kurdistanê were cezakirin û hemû rê, deriyên sînorî û firokexane li ser wan werin daxistin.

Back to top button