Cîhan

Emê welatê xwe ji şermiya “destûra darbeyê“ xilas bikin !

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan Li Enqere bi minasebeta “Vîzyona Sedsala Tirkiyê” rewrismek li darxist û dîtinên partiya xwe bi vê rewrismê de ragihand. Erdogan ji bilî Partiya Pêşerojê ,Partiya DEVA û HDPê hemû partiyên din ji bo vê rewrismê vexwandin. Lê hemû periya beşdarî nekir.

Serokkomarê Tirkiyê di rewrisma   ““Vîzyona Sedsala Tirkiyê” de axavtinek kir û derbarê karên ku li Tirkiyê di desthilata partiya wî de hatine kirin agahdariyek berfireh da. Behsa  armancên  xwe yên  di sedsala nû ya damezrandina Komara Tirkiyê de, kirin  sala 2023ê de 100emîn  salvegera avakirina Komara Tirkiyê ye.

Erdogan amaje bi wê yekê da ku wan di demê desthilata xwe de milyonek û 170 yekeyên niştecihbûnê avakirine û  got: “Me nûjenkirina 3 milyon yekeyên niştecihbûnê jî temam kir. Bi vê yekê jî 12 milyon welatiyên me bi awayek ewle di yekeyên niştecihbûnê de dijîn.”

Serokkomarê Tirkiye ragihand ku wan di desthilata xwe de gelek proje û karên girîng bo Tirkiyê kirine, lê wan nikariye Destûra Tirkiyê biguherin û got, “Amadekirina destûreke nû bo Tirkiyê yek ji armancê sereke yên vîzyona me ya sedsala Tirkiyê ne.”

Tirkiye niha bi destûra ku piştî derbeya leşkerî ya sala 1982ê ku ji aliyê Destûra Ewlekariya Niştîmanî ve  hatiye amdekirin,  tê birêvebirin. Ev destûr weke “Destûra Derbeyê” jî tê binavkirin û çend mafên weke girêdana hîcabê li damûdezgehên hikumî bo jinan têde hatibûn qedexekirin.

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) partiyeke Îslamî ye û ji sala 2013an ve qedexeya demdirêj a li ser hîcabê li saziyên dewletê rakir, lê niha dibêje ev yek bes nîne û divê destûr bi temamî bê guhertin

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan anî ziman, “Di dema 20 salên borî de ji ewlehiyê heta perwerde, fêrkirinm dadperwerî,pîşesazî  û  di gelek warên din de me xizmetên mezin kirine. Lê her di vê demê de tevî ku me hewil daye jî lê hinek karên me nekariye bikin jî hebûn. Di ser hemûyan re em dê welatê xwe ji şerma destûra derbeyê rizgar bikin. Em dê hewil bidin welatê xwe bigihînin destûreke bi temamî  nû, sivîl, demokrat û azadîxwaz.”

Erdogan her wiha got, “Tevî ku di dema hikumetên me de, me gelek  guherînkarî di destûrê de kirine jî, lê heta niha kêmasî hene. Dema vê destûra derbeya 12ê Îlonê  ji zû de temam bûye ku xizmeta zordariyê dike.  Hewlên me ji bo ji nû ve amadekirina destûrê berdewam bûn, lê ji ber amadenebûna aliyên opozîsyon hewlên me biserneketin. Hebûna destûreke nû bo welatê me yek ji armancên herî sereke yên vîzyona me ya sedsala Tirkiyê ne.”

Back to top button