Emê sinorên emperyalista danîn wek Dîwara nebînin!

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet davutoglu serdana Çolemergê kir û li gel rêhsipî û akilmendên deverê civinek li darxist. Piştî civînê davutoglu axavtinek kir û got: Kurd ne navê pirsgirêkîne mexdurêvê pirsgirêkêne. davutoglu da xûyakirin ku, piştî wî ji dev serokwezîrîyê berda, aktorên salên 90 hemû şûnve vegeran û şirêkê bûyera 28ê Sibatê Bahçelî cardin hat û bû sedemê gelek tiştên xirab.

Berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu got: Gelême teslîmê aktorên salên 90î bûye. Gel di nava AKPê û HDPê de maye di bin presek mezin de ye. Emê vê pressê bişkînin dê ne Kayum û ne jî KCK hebe tenê wê demokrasî hebe.Cihê ciwanên me ne çiyane parlementoye. Dema em werin ser desthilatê , em we nahêlin navbera Kayum û KCKê de. Em ew sinorên emperyalista danîn wek dîwarekî nabînin û me tu carî ferq navbera xwe û birayên xwe yên wî aliyê sinor nedît.

Davutoglu behsa çareseriya pirsa kurd jî kir û got: Em di serî de pirsa kurd û hemû pirsgirêkên din li gel gel destbidin hev û çareser bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: