PolîtîkRojev

Emê rê li ber tevgera PKK bigirin

PKK yek ji sedema wê yekê bû ku Serokkomarê Tirkîyê Erdogan rê li ber endamtîya Swêd a NATO yê digirt û dixwest ku Swêd li hember PKK û tevgera wê xwedî helwest be. Her çiqasî Rayedarên Swêd di derbarê PKK û endamên wê de hinek gav avêtin û hinek endamên wê girtin jî, Erdogan ji bo endamtîya NATOyê gavên mezintir ji rayedarên Swêdî xwestin û xuyaye di civîna bilind a NATOyê de (Li Lîtvanyayê) di derheqê PKK de gîhane encamek erênî.

Piştî civîna NATO ya li Lîtvanyayê, Erdogan vetoya li ser Swêdê rakir û endamtîya wê erê kir. Daxuyanîya Wezîrê Paraztinê yê Swêdê Pal Jonson diyar dike ku Swêd û Tirkîyê li hev kiriye û wê rayedarên Swêdî li dijî PKK û tevgera wê helwestek hişktir bistînin.

Wezîrê Paraztina Swêdê Pal Jonson diyar, kir ku welatê wî wê bi Tirkîyê re li dijî terora navnetewî têbikoşin û got: “Emê xwe bidin pêşîya çalakîyên PKK yên li Swêdê û rê li ber wan bigirin. Ev yek hem ji bo ewlehîya me û hem jî ji bo ewlehîya Tirkîyê girîng e”.

Di derbarê PKK de rayedarên Swêdî ray û helwesta xwe eşkere kirin. Lê di derbarê PYD û YPG de wê helwestek çawa deyne, wê wan jî wek terrorist bibîne yan na, nehat niha eşkere nebûye.

Back to top button