
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan piştî bernameyek a fitarê li gel “Dayikên Diyarbekirê” axavtinek kir û di drbarê PKKê de tiştên balkêş gotin. Erdogan di axavtina xwe de bangî kesên di nava PKKê de kir û got: Veca werin vegerin malên xwe û diyên xwe neqehirînin. Diyên we li hêviya wene.
Di berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got: Emê heta dawiyê li dijê terorê şer bikin. Emê qendilê di serê wan de birûxînin. Dê Qendil hêdî ne Qendila berê be.
Dayikên Diyarbekirê: Eve zêdeyê salekiyê hinek dê û babvên ku zarokên wan tevlî PKKê bûne li ber deriya avahiya HDPê li Diyarbekirê rûdinin û doza zarokên xwe dikin. Heta niha gelek zarokên wan dayikan ji nav PKKê veqetiyane û gihatine malbatên xwe. Ev rûniştin berdewam e.