Emê Kurdistanê bihêztir bikin
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, xwestin statûya Herêma Kurdistanê nehêlin lê ev xewna wan sernekeft û got: “Ti rêkeftinek bêyî Hewlêrê sernakeve.”Nêçîrvan Barzanî li Soranê beşdarî ahenga propagandaya hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û gotarek pêşkeş kir.Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe de behsa wê yekê kir, ku di dema şerê DAIŞê de 123 pêşmergeyên ji Soranê şehîd bûne û got: “Serbilindiya xelkê Soranê ji serdema şoreşên Barzan û Komara Kurdistanê heta niha, bi lehengî û canbexşiya zêdetirî 11 hezar şehîdan hatiye tomarkirin. Kurdistanperweriya we bi xwînbexşiyê hatiye nivîsandin.”Nêçîrvan Barzanî amaje bi dîroka kevnar a herêma Soranê kir û wiha berdewam kir: “Ev dever cihê şanaziya me û mirovahiyê ye. Beşeke ji yekemîn cihê jiyan û geşeya mirovahiyê. Niha berê şûnwarnasên cîhanê li Şkefta Şander e, ku beriya demekê hestiyê mirovekî bi hezaran sal beriya niha hatiye dîtin. Mirovan ji wê şkeftê û ji zîncîra Çiyayên Zagrosê dest bi jiyanê kiriye. Dîroka Rewnaduzê vedigre pêş zayînê, ku wek welatê roj û erdê tê naskirin. Me tev de navûdengê Xanzadê Soran bihîstiye. Soran cihê destana desthilata jina Kurd bûye. Barzan cihê nivîsîna yekemîn tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bûye. Çoman û Gelale û Balekayetî malbendê yekemîn şoreşa hevçerx a seranserê Kurdistanê bûye. Sîdekan, Kelaşîn û Xakurk cihê bîranîna destana pêşmerge ne. Em tev de li vê herêmê di nav serbilindiyê de ne û hemû Kurdistan û mirovahî şanazî bi vê herêmê dikin. Em zêdetir şanazî pê dikin. Ji ber ev navçe cihê mirovên jêhatî û parêzerên PDK û Kurdistanê ye. Şanaziyeke din ê vê navçeyê ew e, ku mînaka pêkve jiyana ol û neteweyên cuda ye.”Nêçîrvan Barzanî behsa projeyên hikûmeta Herêma Kuridstanê yên li Soranê kir û got: “Di dema pêş de em ê zêdetir projeyên xizmetguzariyê encam bidin. Giringiyeke zêdetir emê bidin deriyên sînorî û hewl bidin di dema pêş de karûbarên vekirina deriyê Mêrgesorê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê temam bikin. Ji bo şer li van deran bidawî bibe û xelk bikare vegere cihên bav û bapîrên xwe, çi pêwîst be emê bikin.”Di berdewama axaftina xwe Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku ji bo zêdetir pêşvebirina Kurdistanê plana piralî ya PDKê heye û diyar kir: “Sala derbasbûyî hinek kesan li ser televîzyonan xewna ketin û girtina Hewlêrê û kelha PDKê belav dikirin. Lê li Pirdê, Sihêla û Mexmûrê tankên dijmin bi îradeya polayîn a pêşmerge hatine têkbirin. Hêza pêşmergeyên we, xena neyaran wek bi dehan xewnên wan ên din kir xewna hêştiran. Di demekê de hewl didan qeware û statûya Herêma Kuridstanê nehêlin û Kurdistanê parçe bikin, Kurdan bêîrade bikin, li gel wî alî û vî alî rêkeftin dikirin daku hikûmeta Herêma Kurdistanê hilweşînin me, wate partiya we peywendiyên Herêma Kurdistanê rêkxist û dorpêça esmanî ya li ser Kurdistanê rakir, paşkefta meaşan pir kêm kir, çaksaziyên xwe berdewam kir, me dest bi dayîna deynan kir, kompanya û veberhêneran dest bi projeyên xwe kirin. Agahiyên xweştir jî di rê de ne. Bi piştgiriya we ya bi hêz emê Kurdistanê jî bihêztir bikin.”Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Di wê rewşa zehmet de ku nehezan xewna nehiştina PDKê didîtin, em beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bûn. Bi tevê hemû neheqiyan, dagirkirina baregahên PDKê, bi tevî beşdarnebûna me ya hilbijartinên Kerkûkê, şewitandina gelek dengên me, PDKya we li Herêma Kurdistan û Iraqê bû partiya yekemîn. Ew serkeftin bi xweragirî û fedekariya we neba pêk nedihat.”Cîgirê Serokê PDKê da xuyakirin, ku “PDK partiya aştî û avedaniyê ye” û wiha pêda çû: “Niha em ji hemû aliyên Iraqê û welatên zilhêz ên navçeyê û cîhanê re dibêjin, em dixwazin hevbeşê destûrî yê rastîn bin di dirustkirina aramiya siyasî û îdarî ji bo gelên Iraqê. Ji ber ku sûda PDK û gelê Kurdistanê jî di aramiyê de ye. Hewlêra xwoşevîst, ku paytexta Herêma Kurdistanê û navenda desthilata Herêma Kurdistanê ye di heman demê de sembola singfirehî û lêbûrdeyiya PDKê ye, xwediyê kilîla bihêz a aramî û siyasî ye. Em dixwazin pira aştiyê bin, cihê rêkeftinê bin. Ti rêkeftinek jî bêyî Hewlêr sernakeve. Ji bo aramiya hemû herêmê, divê hêla peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bihêz be. Em dixwazin bigihin rêkeftinê ku mafê gelê Kurd û Iraqê bingeha vê rêkeftinê be.”Nêçîrvan Barzanî bang li hemû partiyên din ên Kurdistanî kir û diyar kir, ku ew dixwazin bi hevbeşî biryarê li ser hemû pêngavan bavêjin û naxwazin postên Bexdayê ji bo proje û berjewendiyên şexsî bin.https://youtu.be/dieWZMNI7yk