Polîtîk

Emê êrîşa bejayî jî bikin

Serokomarê Tirkiyê Tayîp Erdogan civîna gruba partiya xwe di parlementoyê de axavtinek berfireh kir û beşek di axvtina xwe de behsa operasyonên Tirkiye li rojava û başûrê Kurdistanê kir.

Erdogan got: “Operasyonên em firoke, top û dronan dikin niha bi tenê destpêke. Em ê êrîşên bejayî jî bikin. Em ê serkirdeyên wan ên li Til Rifet, Minbic û Kobanê yek bi yek ji holê rakin. Di guncwatirîn dem de em ê êrîşên bejayî bikin.”

Erdogan dibêje hin welat soz dabûn wan ku Tirkiye tûşî gefên ji Sûriyeyê nebe, lê ew welat pabendê sozên xwe nebûne û ji ber vê yekê ew gihiştine wê mafê ku biryara çarenivîsa xwe bidin. Bila deshilatên Iraq û Sûriyê ji operasyonên Tirkiye dilgiran nebin. Ev operasyon, yekparçeyî xaka Iraq û Sûriyê misoger dike.”

Back to top button