Polîtîk

Emê dilsozê rêbaza Barzanî û şehîdên Kurdistanê bin

Polîtburoya PDKê bi boneya 73yemîn salvegera damezrandina PDK peyamek belav kir û tê de dibêje: “Em rijd in li ser azadîxwazî û kurdîtiyê. Em rijd in li ser parastin û bihêzkirina Kurdistanê. Em sozê didin rêber û damezrênerê partiya xwe Mistefa Barzanî û Kekê Îdrîs Barzanî û hemû şehîdên PDKê û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, ku emê heya bi destveanîna wan armancên ku canê xwe di ber de dan, dilsozê rêbaza wan bin.”

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de dibêje: “Beriya 73 salan, PDK hat meydanê ji bo ku bibe hêvî û omîd ji neteweyekê re. PDK wek pêwîstiyeke dîrokî bû, ku dengê azadîxwaziyê yê gelekî bêmaf bû. PDK hat avakirin ji bo ku neteweya Kurdî bibe xwedî pêgehekê ku hêjayî be. PDK bû zengê zelal ji redkirina bindestiyê re. PDK bi îlhama rêbaza Barzaniyê nemir û bi sûdwergirtinê ji kiltûra dêrîn a şoreşgêrên neteweya me, hat avakirin. PDK çarçoveyeke mirovî û serdemayane ji bo kurdîtiyê vejand. Neyarên Kurdan jî qet nikarîbûn ji me re bêjin terorîst û tundrew. PDK ji serî de ket ser rêya xebata siyasî û sivîl û miletî, heya em nehatin neçarkirin û derî li pêşiya me nehatin girtin, me dest bi xebata çekdarî nekir. PDK karî bibe mal ji hemû netewe û ol û mezhebên Kurdistanê re û karî hemû aliyan bike yek dest di xebatê de.”

Polîtburoya PDKê wiha domand: “PDK karî bi piştevaniya gelê Kurdistanê pêşrewiya tevgera bizava rizgarîxwaz û şoreşên Îlon û Gulanê bike. Karî pêşrewiya karwanê têkoşîna siyasî û pêşmergayetî û dîplomatîk û medyayî û miletî bike. PDK tevî karesat û jenosayda û şerê bi hovînî yê dijminan karî qonax bi qonax mafên gelê Kurdistanê bidestve bîne, û heya roja îro jî PDK bê ku biweste xebatê dike û tevî hemû astengî û girêkan PDK kariye wek çiyayekî serkêşiyê bike di meydanê de. PDK îro ji her demekê zêdetir bergîriyê dike li mafên gelê Kurd û Kurdistanê.”

PDK ragihand: “Îro jî û piştî derbasbûna 73 salan, PDK li ser rêbaza damezrêner û rêberê xwe Barzaniyê nemir û bi serokatiya hêja Serok Mesûd Barzanî bi heman bîr û bawerî, rijd e li ser kurdîtiyê û azadîxwaziyê, rijd e li ser parastin û bihêzkirina Kurdistanê. PDK karî di çend salên derbasbûyî de tevî pilanan û şer û hewlên jinavbirina Herêma Kurdistanê, karî bi moraleke bihêz di rûyê hemû wan hewlan de raweste û nehişt Kurdistan çoga xwe ji kesî re daxe. PDK nehişt armancên wan kesan yên ku xwe jidest dane, bicîh bên û nehişt hebûna yasayî ya Herêma Kurdistanê jinav biçe. PDK karî bi siyaseteke rast û dirust cezayên nerewa ji ser Kurdistanê rabin û qet ji mafên Kurdistanê paş venegeriya.”

Polîtburoya PDKê wiha dibêje: “Niha jî, silogan û armanca me avakirina Kurdistaneke bihêz e. PDK hewl dide ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û baweriya me bi vê yekê jî bihêz e. Armanca me jî ji geşekirina Herêma Kurdistanê ew e, ku em jiyaneke baştir û hêjatir ji xelkê xwe re peyda bikin û xizmetkirineke baştir ji wan re bikin. Kurdistana bihêz baştirîn garentî ye li hemberî her pêşhat û bûyerekê li ser asta Iraq û navçeyê.”

PDK wiha domand: “Em sozê didin rêber û damezrênerê partiya xwe Mistefa Barzanî û Kekê Îdrîs Barzanî û hemû şehîdên PDKê û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, ku emê heya bi destveanîna wan armancên ku canê xwe di ber de dan, dilsozê rêbaza wan bin.”

 

Back to top button