Emê bi kurdan re li hevbikin
Parlamenterê AK Partiyê yê berê û endamê Desteya Damezrîner a Partiya Paşerojê, Bayram Zîlan ji Rûdawê re rahgihand: “Em dê bi Kurdan re bicivin û li hev bikin. Pêştir tenê li gel PKKê gotûbêj hatiye kirin, ev yek şaşiyeke mezin bû, xelk ji wê yekê nîgeran bûn.”
Zîlan dide zanîn, ew ji Davutoglu bawer dike ku pirsa Kurd li Tirkiyê çareser bike û dibêje: “Ev pirs wek berê bi xapandin û bikaranîna zimanê biratiyê nayê çareserkirin. Di vê baweriyê de me, birêz Davutoglu dikare di vê çarçoveyê de hemû aliyan razî bike û meseleyê bigihîne çareseriyê.”
Bayram Zîlan destnîşan dike, siyaseta AK Partiyê ezmûnek e ku Davutoglu sûdê jê dibîne û tekez dike: “Divê Davutoglu di meseleya çareseriyê de xwe ji dubarekirina şaşiyên serdema AKPê dûr bigre.”
Piştî zêdebûna nakokiyên wî bi AK Partiyê û Erdogan re, serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê yê berê Ahmet Davutoglu roja înê 13ê Kanûnê li Enqerê bi fermî damezrandina partiya xwe, Partiya Paşerojê ragihandibû.
Davutolu di merasima nasandina partiya xwe de gotibû, ew dê li Tirkiyê serdemeke nû ya siyasî destpê bikin û tekez kiribû, divê ew welatekî ava bikin, ku mirov bikaribin tê de bi awayekî serbilind bijîn.