Em rewşa niha ya Iraqê nêzîk dişopînin
Serok Barzanî di erbarê rewşa niha ya Iraqê de ragihand ku ew bi girîngî rewşê dişopînîn û ew pêşwaziya her gaveke dike ku bandor bo çareserkirina kirîzê hebe.
Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa niha Iraqê de peyamek belav kir û têde diyar kir ku ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin.
Peyama Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi girîngiyê ve duvdaçûnê li ser pêşketinên vê dawiyê dikîn û pêşwaziyê li her hengavek jî dikîn ku bandora xwe li ser çareserkirina qeyranê hebê û rê li ber rûxan û fewza yan vegerandina serdema dîktatoriyeta şûm de bigre. Li her guhertineke da jî pêwîste mafê hemû pêkhatan li ber çav bê girtin û her guhertinek divê li gor mekanîzmên destûrê bê. Her wiha armanca wê çespandina asayîş û aramî û destbilindiya yasa bê û dawakariyên rewayên cemawerê beşê wan hatiye xwarin jî pêkbîne.
Her li vir da şermezariyê tundutîjiyên berdewam û kuştina xelkên bêguneh dikîn û serxweşiyê jî li kesukarên şehîdan dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Mesûd Barzanî
30.11.2019