Civak

Em rejima Îranê ya hovane protesto dikin

EM REJÎMA ÎRANÊ YA HOVANÊ PROTESTO DIKIN.Komara Îslamî ya Îranê tevî kampanyayên navneteweyî Ramîn Hisên Penahî û xizmên wî; Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darde kirin.Ev rejîma hovane ya antîdemokratîk îro jî li navçeya Koyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe barand ser biryargehên PDK-Î û HDK’yê.Li warên ku êrîşî kirin, gelek pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê ligel malbatên xwe dijîn.Tê îdiakirin; gelek rayedarên Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) jî gava êrîş dihate kirin li navçeyê bûne.Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) wekî hemû aliyên welatparêz ji bo partiya me HAK-PAR’ê dostekê gelek nêz .Em wek Partiya Maf û Azadiyan ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûnê şîfaye, ji bo şehîdên me jî sersaxiyê dixwazin.Em ê her tim li pişt xwîşk û birayên xwe yên KDP-Î û HDK’yê bin.Wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR’ê em rejîma dagirker û hovanê ya Îranê protesto dikin.Em pê bawer in ku ew rejîma li dijî mafên mirovan wê di demekê kin de hilweşe û dawîya xwe bîne.08.09.2018PARTIYA MAF Û AZADIYAN/HAK-PAROFÎSA ÇAPEMENIYÊ

Back to top button