Polîtîk

Em rê nadin Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê

 

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civînek ya karsazan ku di derbarê Ekonomiya Tirkiye de amade kirîn de amade bû. Kilaçdaroglu li ser rojeva siyasî û herweha li ser guhertina destûra Tirkiye û destûra nû ku tê amade kirin dîtinên xwe û partiya xwe gotin.

Kiliçdaroglu da kifşkirin ku ew bi tu awayî naxwazin her 4 madeyên destûra bingehên ya Tirkiye bê guhertin.

Ji xwe eger ew çar madeyên ewil neyên guhertin  tu qîmetê destûrek nû namîne. Ji ber ku nijadperestiya Tirkan, heyina dewletê û herweha inkarkirina kurdan  hemî di van her çar madeyên ewilde ne.

Herweha Kiliçdaroglu di derbarê pirsa ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê de jî got: Em qebûl nakin zimanê Kurdî bibe zimanê perwedê. Herweha em bi tu awayî rê nadin vê yekê .

Belê serokê giştî yê CHPê hem dîtina xwe û partiya xwe hem jî nijadperestiya xwe da xuyakirin.

Gotinek bi kurd heye: “ Dinya hemî neyerê keve e, kew bi xwe jî neyarê xwe ye.“


Rojeva Kurd

 

Back to top button