Em qetlîama Zîlanê bi tundî rûreş dikin
Komkujîya Zîlanê, komkujiyeke pirr mezin e ku ji aliyê Tirkîyeyê ve li dijî kurdan hatiye kirin.Ev qetlîam navê xwe ji qirkirinên komî yên li Gelîyê Zîlanê hatine kirin digire, lê komkujî ne tenê li vî geliyî, li devara Agirî û derdorê wê hatîye kirin. Bi giştî Bakûrê Kurdistanê ji vê komkujiyê ziyan dîtiye. Gorî çavkaniyên rojavayî di navbera 15-55 hezar kurd di vê komkujiyê de hatine qirkirin.Ev komkujî ji pûşpera sala 1930an destpê dike heta cotmeha 1930ê didome. Qirkirinên herî mezin û hovane di 13ê tîrmehê 1930ê de li Geliyê Zîlan pêk tên. Lewra dema behsa vê komkujîyê tê kirin, Geliyê Zîlan û 13ê tîrmehê tê bîra mirov. Ev roj û ev cîh bûye sembola vê komkujîya li gelê Kurdistanê hate kirin.Dewlet bi qetlîamên wek Gelîyê Zîlan xwestîye ku serhildanên gelê Kurdistanê yên azadîyê ji holê rake. Îro jî komkujîyên bi vî rengî ji alîyê dijminên Kurdistanê bi destê DAIŞa hov tên kirin.Lê bila bê zanîn ku gelê Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadîyê wê bidomîne ta ku Kurdistan azad bibe.Em careke din komkujîya Gelîyê Zîlan bi tundî rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê