Em qebûl nakin Îraq yekterefî deverên veqetandî birêve bibe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê 02.12.2012ê li bajarê Hewlêrê, digel Steven Bekirof sefîrê Amerîkayê yê Îraqê civiya.
Di civînê de her du aliyan behsa rewş û pêşhatên deverên veqetandî kir û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî, ew hokarên bûyne sedema çêbûna wê alozî û kirîzê li deverên madeya 140ê destnîşan kirin û got ku, herêma Kurdistanê, ji bona çareserkirina wan arîşeyan bi rêya danûstandin û diyalogê û li go mekanîzma destûrê diyar kirî, amade ye. Barzanî di axavtina xwe de got ku, ev pirsgirêk bi tenê bi rêya diyalogê çareser dibin û got:
– Herêma Kurdistanê bawerî bi çareseriyên bi aşitî heye û heftiya borî şandeyeke wezareta pêşmerge bo Bexdayê şand. Her du aliyan dest bi danûstandinan kir û digel Bexdayê pêngavên baş û erênî ber bi pêş ve çûn, lê li dawiyê serokwezîrê Îraqê, hemû ew xalên li ser li hev kirîn, red kirin û bi vî awayî danûstandin rawestan.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, helwesta herêma Kurdistanê li hember hêzên operasyona Dicle zelal û eşkere ye û “Em bi tu awayî qebûl nakin ku, deverên veqetandî yekterefê ji aliyê Îraqê ve bên birêvebirin.
Ji aliyê xwe ve sefîrê Amerîkayê yê Îraqê, helwestê serokatiya siyasiya Kurdistanê ku, bi cidî hewil dide ew alozî û pirsgirêk bi aşitî û bi diyalogê bên çareser kirin, bilind nirxand. Wî got ku, Amerîka jî bi wê yekê reye ku, her du alî pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û ew çareserî di berjewendiya herêma Kurdistanê û Îraqê de be.
Di civînê de, her du aliyan, behsa pirsên din yên hilawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û bi taybetî meselaya neftê û ew zehmetiyên hikûmeta Îraqê ji kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê re kar dikin çê dike, kir. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di vî warî de got ku, herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqê tevdigere û mafên xwe yên destûrî bikartîne.