Nivîsar

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

 Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê çarenûsîya gelê me bila bingeha sîyaseta we be.Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin û bi xêrnexwazan jî  neyên xapandin.Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.Dibêje rêzê li ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin, dibêjê li wan xwedî derkevin..Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed  û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed  ya bi rûmet  û nesîhetên  wî îro jî  di têkoşîna  azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.Em di 71emîn salvegera darve kirina wan de  Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî  û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.31.03.2018Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button