Em miletek in û divê azad bibin û bi azadî bijîn.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de, wiha got, “Divê hemû kurd di bin xîveta kurdîniyê de kom bibin.” Barzanî, rexneyên tund li hikûmeta Bexdayê jî kir û got, Iraq di qeyranake kûr de ye, heke ev rewş neyê çareserkirin, dê biryara dawî miletê kurd bide.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de, cejna Newrozê li hemû gelê kurd pîroz kir û amaje bi xebat û têkoşîna kurdan di dîrokê de li dijî dîktatoran kir û wiha axivî, “Em miletek in û divê azad bibin û bi azadî bijîn. Zorê û zilmê li tu kesî qebûl nakin. Bo mizginiyê jî, înşala her dê rojekî ev mizgîni bê dayîn, lê divê di rojeke guncaw de be.”
Barzanî, li bara kabîneya nû ya hikûmeta herêmê de jî diyar kir, Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe û wiha anî ziman, “Min pir hez dikir aliyên dijbere jî beşdarî hikûmetê bibin lê wan biryar daye beşdar nebin. Dibe ku hizrên me cuda bin lê divê em hemû di bin xîveta kurdiniyê de kom bibin.”
Serok Barzanî, li bara nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de jî got, divê êdî her tişt ji gelê Kurdistanê re bê eşkerekirin û wiha pêde çû, “Heta niha me sebir kir û me xwest hertişt bi destûrê bê çareserkirin, lê yên ku li Bexdayê ne naxazin arîşe çareser bibin.”
Serokê herêmê, diyar kir, mixabin yên ku niha Iraqê birêve dibin, xwe bi zorê bi ser gel de disepînin û wiha domand, “Yên ku niha xwe bi zorê disepînin, di demên borî de Kurdistanê deriyê xwe bo wan vekiribû lê niha ew tişt ji bîr kirine û nankortiyê dikin.”
Mesûd Barzanî, ragihand, kurdi bi hemû peyman û rêkeftinên xwe ve pêbend e û wiha anî ziman, “Lê digel wan çend kesên ku hertişt xistine destê xwe, em pêbend nînin. Ez bawer im gelê şîe ji kurdan û suneyan zêdetir ji vê rewşê nerazî ne.”
Barzanî, wiha pêde çû, “Êdî dema wê hatiye ku em bêjin êdî bes e. Iraq ber bi aloziyê ve diçe. Hinek kes dixazin desthilata ber bi dîktatoriyê ve bibin. Iraq di qeyraneke kûr de ye, ji ber vê jî ez bang li hemû partî û aliyên siyasî yên Iraqê dikim bilez kom bibin û vê rewşê çareser bikin, heke wisa nebe emê vegerin ser miletê xwe û biryara dawî dê miletê me bide, paşê bila kes gazinda li me neke.”(AKnews)