Bi mebesta bibîranîna 37emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanîyê nemir, heyeteke PAKê roja 01.03.2016ê seredana qebrê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û îdrîs Barzanî li Barzan kir. Çelengeke gulan danî ser qebra wan.Endamên Komîteya Bireveberîya Navendî(KBN) ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya, rêveberên Komîteya başûrê Kurdistanê ya PAKê Akif Adsız, Abdullah Kahramaner, Abdi Işik û endam û dostên PAKê yên li başûrê Kurdistanê beşdarî vê seredanê bûn.Heyeta PAKê li Barzan ji alîyê Şêx Xelat Barzanî yê nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ve hate pêşewazî kirin.Endamê KBN ya PAKê Evdirehman Gundikî li ser qebrê di derbarê jiyan û têkoşîn û rola Mele Mistefa Barzanîyê nemir axaftinek kir. Evdirehmaan Gundikî got ‘’ Mele Mistefa Barzanî, leheng û rêberekî dilsoz û nefsbiçûk bû. Wî di her şerdî de jî ala azadîyê her bilind kir. Doza Mele Mistefa Barzanî doza azadîya Kurdistanê bû; ew doz doza me ye jî’’Heyeta PAKê ji alîyê malbata Barzanî û Komîteya Pêşewazîyê ve bi awayekî germ û dostane hate pêşewazî kirin.Herweha PAKê bi vî minasebetê daxûyaniyek jî belavkir. Daxûyanî: Mele Mustafa Barzanîyê nemir , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin. Ew di 14.03.1903an de ji dayikbûye û di roja 01.03.1979an çûye ser dilovanîya xwe. Ango adara îsal, 113mîn salvegera ji dayikbûna wî û salvegera 37emîn ya wefata wî ye.Melle Mustafa Barzanî, , bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperweriya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Seyid Riza, îhsan Nurî , Qazî Mihemed e.Xebat û têkoşîna Mele Mustafa Barzanî îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû. Serokê partiya xwe , yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye . Azadîya Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzanîyê nemir.Em Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîrtînin. 01.03.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close