Em ligel Herêma Kurdistanê ne

 Fransa bi awayekî herî tund, êrîşên mûşekî yên şeva din ên ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar dike û radigihîne; ew ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nişteciyên Hewlêrê ne.

Wezareta Ewropa û Karûbarên Derve yên Fransayê îro sêşemê 16ê Sibata 2021ê, daxuyaniyek derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê de belav kir, ku bûye sedema kuştina kesekî û birîndarbûna heşt kesan li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û taxên derdora wê.

Di daxuyaniya Karûbarên Derve yên Fransayê de hatiye diyarkirin: “Fransa bi awayekî herî tund, êrîşa mûşekî ya şeva din a Hewlêrê şermezar dike, ku bûye sedema kuştina mutahîtekî ku ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê dixebitî, herwiha bûye sedema birîndarbûna çend kesên din.”

Fransa sersaxî li xizmên qurbaniyê êrîşê dide û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Fransa ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nişteciyên Hewlêrê, hevpeymanên Amerîkî û hemû şirîkên xwe yên li Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye, ku mil bi mil li cem hev in li dijî wê êrîşê û em pabendî parastina asayîşa hemû Iraqê ne.”

Fransa, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê han dide ku “bi hev re hemaheng bin ji bo asayîşa hemû Iraqiyan, herwiha tawanbarên wê êrîşê diyar bikin”.

Nerîna min :