Kultur

Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin



Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya  Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.

Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

12.05.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button