CivakRojev

Em komkujiya Otêl a Madimaxê bi tundî şermezar dikin!

Partiya Komunista Kurdistanê di derbarê salvegera bûyera Madimaxê de daxûyaniyek belav kir.

Daxûyanî:

DÊ GELÊME ME 33Ê KESÊN KU BI ŞEWITANDINÊ HATIN KUŞTIN EWÊ JI BÎR NEKE!

Em 28emin salvegera komkujiya 33 hunermend, rewşenbîr û nivîskarên ku hatin qetilkirin wan bi rêzdarî bibîrtînin!

Em komkujiya Otêl a Madimaxê bi tundî şermezar dikin!

Di serî da çima yên ku li ser navê Şahîyên Pir Sultan Abdal û di çarçoveyek demokratîk, humanîst û hunerî de hatin ba hev êrîşa wanan kirin? Kê çima ev komkujî plan kir? Kî li pişta wê sekinî? Çima dewlet dizanibû ku komkujiyek wusa tê amadekirin bi tedbîrên xwe pêşî li koma bertekdaran negirt! Gotina Serokwezîrê wê demê Çiller: “Spas ji Xwedê re, mirovên me yên derveyî otêlê zirar nedîtin” balkêş e!

Em dizanin kû kengê rejîma Tirk hewceyê provakasyonên bi hesabên kûr ên navxweyî an herêmî be, ew wî li ser gelê me yê Kurd an Kızılbaş pêktîne! Êrîş û qetlîamên li dijî gelê me yê Qizilbaşa ne nû ye kokên wan digihîje Vîzîrê Selçûqî Nizamülmülk. Gelê me yê Qizilbaş (Elewî) ji wê çaxê ve serê xwe xwar nekir

Otêla Madımak divê wekî “Muzeya şermî” were çêkirin.

0107.2021

Partiya Komunîst a Kurdistanê – KKP

Back to top button