Polîtîk

Em ji şer ne dûrin

Şerê navxwe yê li Suriye heyî piştî ketina topeki li devera Rihayê navçeya Akçekale rojeva şer exist nava Tirkiye de jî.

Wek tê zanîn navçeya Akçakale bû armanca topên rejima Suriye û 5 kes hatin kuştin û 13 birîndar bibûn.Piştîvê bûyerê leşkerên Tirkan jî bersiva vî êrîşê dan û hinek deverên Suriye bû armanca topbarana Tirkiye. 

Di cih de Tirkiye parlementoya xwe civand û parlementoyê bi awayekî desthilatdariya şer da hukumetê. Tirkiye vekirî pişgiriyê dide opozisyona Suriye û dixwaze rejima Esed têkherê. Lê li himber vê yekê hinek partî û hêzên din jî dijê siyaseta hukumetêne û pişgiriya rejima Suriye dikin. Ev yek babetê sereke ye ku îro li Tirkiye tê gotubêj kirin.

Li stanbolê serokwezîrê Tirkiye di daxuyaniyek ya xwe de eşkere kir ku, ew şer naxwazin lê dema mecbur bin xwe ji şer nadin aliyekî. 

Tayib Erdogan di gotarek ya xwe de got: Li suriye terora dewletê heye. Em ne merakliyên şerên lê em ji şer jî ne dûrin.

Li gora pisporên siyasî Tirkiye bi sere xwe li gel Suriye nakeve şerekî de, eger ev yek çêbibe dê pişgiriya Emerîka û bi rêya NATO yê be.

Lê ji bo herifandina rejima Suriye Tirkiye her tiştekî jî dike û vekirî pişgiriya opozisyonê dike. Niha çav lêne gelo ka dê Tirkiye şerekî fermî li gel Suriye bike yan na. Lê di bingehê xwe de ji zûve ew şer di nav herdu welatan de destpêkiriye.

Back to top button