Civak

Em hewl didin ku welatê xwe pêş ve bibin

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 16.09.2013ê, di merasimeke taybet de pirojeya havîngeha Korek li bajarokê Soranê vekir.

Di merasimê de ku, wezîrê şaredarî û tûrîzmê, waliyê Hewlêrê û hijmareke wezîr û berprisên hikûmî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û got ku, ev pirojeyê tûrîstî li deverekê hatiye dirust kirin ku, rojekê ji rojan tangên rijêma Îraqê li serê çiyayê Korek êrîşî deverê dikir û hewil dida Rawanduz û deverên bin destê şoreşê kontrol bikin, lê îro li vê deverê pirojeyekî tûrîstî, havîngeke hatiye ava kirin:

– Ev yek jî nîşana wê yekê ye ku, em ber bi paşeroja geş ku gelê me hest bi asudeyeke zêdetir bike diçin, îro li şûna teqekirin û li şûna em ji dagîrkeran bitirs in, em mjûlî hindê ne bizanîn çawa welatê xwe di hemû waran de pêş ve bibin.

Serokwezîr got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di stratejîya xwe de bo avadankirina Kurdistanê hertim bawerî bi prensîpekî esasî heye ku, ew jî ewe herêma Kurdistanê bêy beşdarîkirina sektora taybet nikare pêş bikeve û makîneya pêşkeftina her welatekî sektora taybet e. Hestkirin bi vê rastiyê, hest kirin bi vê pêwîstiya welatê me, çend sal berê li serdema kabîneya pêncem qanûna sermayerazandinê li herêma Kurdistanê hat pesind kirin, ev qanûn qanûneke gelek başe bo sermayedarên biyanî û navxweyî ku bikaribin sermayeya xwe li Kurdistanê birazînin.

Nêçîarvan Barzanî got:

– Kurdistan bi awayekî giştî cîyeke ku, gelek ji tûrîstên derve û tûrîstên navxweyî dixwazin demên xwe li Kurdistanê derbas bikin. Ji vê minteliqê li kabîneya heftem me hewil daye û siyaseteke wisa dariştiye ku, zêdetir giringiyê bi sektora tûrîzmê bidin û dê li ser vê siyasetê berdewam bên. Em daxwazê ji sermayedarên herêma Kurdistanê di warê tûrîzmê de zêdetir sermayeyê xwe birazîn in.

Back to top button