Li bajarê Uşak a Tirkîyê 2 karkerên di înşaetê de kar dikin, ji ber ku bi Kurdî diaxivîn, tûşî êrîşekê bûn.
Êrîşkerên nîjdperest û faşîst, di cadeyeke qalabalix ya Uşakê de, bi kêran êrîş birin ser Eren Sömer (26) ve
Ufuk Çelik (28). Di encama vê êrîşê de her du karker bi giranî birîndar bûn. Birîna wan xeter e û hîna jî di
bin kontrola nexweşxaneyê de ne.
Ev êrîşên vê dema dawî rûdidin, nîşana mistewaya nîjadperestîya xeter ya di nava civaka Tirk e.
Hemû kes û dezgehên resmî û sivîl yên ku bi gotin, helwest û siyasetên xwe yên nîjadperest li dijî miletê
kurd dijminatiyê geş dikin, berpirsiyarên van êrîşa ne.
Dewleta Tirk berpirsiyarê yekem e di van êrîşan de.Divê Dewlet zûtirîn wext rê li ber van hemû êrîşên
faşîst û nîjadperestan bigir e.
Divê ev ne mirovên êrîşkar jî û yên wek difikirin jî baş bizanibin ku, miletê Kurd ne bi êrîşên bi vî rengî, ne
jî bi qetlîam û kuştin û wêran kirinan, heta nuha serê xwe netewandîye û ji îro pê ve jî dê netewîne.
Miletê kurd dê rojekê miheqaq, li ser axa xwe , li Kurdistanê , di bin al Kurdistanê de, bi awayekî azad xwe
bi xwe îdare bike.
Divê Dewleta Tirk zûtirîn dem van êrîşkaran bidarizîne.Heger vê yekê neke, dê miheqaq di qada
nevnetewî de hesabê vê yekê bide.
Em vê êrîşa nîjadpererest ya li i 2 karkerên gênc ên kurd hatiye kirin bi tûndî şermezar dikin û em ji
birayên xwe yên birîndar re şîfayê dixwazin.
29.04.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê