
Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de belav bûye, îro(17.06.2021) kesekî bi çek avêtîye ser avahiya Şaxa Îzmîrê ya HDPyê , xebatkarekî HDPyê yê bi navê Deniz Poyraz bi guleyan kuştîye û agir berdaye avahiyê
Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan, bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin.
Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji sîyaset û gotarên xwe yêndijminane yên li dijî Kurdan, berdin û divê demildest hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin.
Em vê êrîşa ku li ser Teşkîlata Îzmîrê ya HDPyê hatîye kirin, ew kesê êrîşkar û yên li pişta wî şermezar dikin.
Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyraz re, ji hemû rêveber û endamên HDPyê re dixwazin.
17.06.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê